10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji 7 şehîdên me tenê gora 2 şehîdan heye’

Îffet Tekdag Mûntaş derbarê şehadeta birayên xwe Mehmet û Alî Tekdag de diyar kir ku daxwaza wan ew e ku hestiyên windahiyên wan bidin wan û wiha got: “7 şehîdên wan hene, tenê gora 2 şehîdan hene. Daxwaza me ew e ku gorên 5 şehîdên din jî hebin.”

Şer û pevçûnên li deverên cuda yên cîhanê bi hezaran “Windakirinên bi darê zorê”, “Kiryarên kiryar nediyar” û “Gorên Komî” li pey xwe hiştin. Di şer û pevçûnên 30 salên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de jî ji aliyê dewlet û hêzên paramîlîter ên li ser navê dewletê tevdigerin gelek binpêkirinên mafê jiyanê û mafên mirovan ên mezin hatine kirin. Bi taybetî binçavkirin û windakirinên bi darê zorê, cînayetên siyasî yên kiryar nediyar, înfazên bêdaraz û gorên komî beşeke girîng a van binpêkirinên mezin ên mafên mirovan e. Ji salên 90’î heta niha gelek kes dema kontrolkirina rê yan jî di operasyonên leşkerî de ji mal, kar û kolanan hatine binçavkirin û windakirin. Bûne kesên mexdûrên cînayetên kujerên wan nediyar. Li gorî daneyan ÎHD’ê derdora 17 hezar kes di bin çavan de hatine windakirin.

Ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin bên dîtin û kujer bên darizandin li gelek deverên cîhanê têkoşîn tê dayîn. Ji ber vê yekê li qada navneteweyî navbera 21- 27’ê Gulanê ‘Hefteya Windayan’ hat îlankirin. Bi boneya hefteyê li çaraliyê cîhanê çalakiyên cuda yên bîranînê tên lidarxistin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 1995’an û vir ve her sal di navbera 17-31’ê gulanê de weke ‘Hefteya Windayan’ bi bîr tîne. Xizmên Windayan û ÎHD’ê 30 sal in li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo winda bên dîtin û hesab ji kujeran were pirsîn her hefte roja şemiyê çalakiyên cuda li dar dixin.

‘Çerm û hestî mabû’

Xizmên Windayan û ÎHD’ê li hember hemû astangiyan û rewşên awarte ji çalakiya roja şemiyê ya bi dirûşma “Bila winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin” didomînin. Bi boneye ‘Hefteya Windayan’ Îffet Tekdag Mûntaş ji rojnameya Xwebûnê re axivî. Mûntaş ji rojên kuştina birayên wê Mehmet Tekdag ê ku di 1993‘an de û Alî Tekdag ê ku 1994’an çawa qewimîne ragihand. Mûntaş da zanîn ku îşkenceya berê pir xerab bû û ev tişt got: ”Hîn emrê min nebûbû 30 min derdê birayan dît. Birayê min Alî gelek caran hat binçavkirin. Dema wî binçav dikirin, derdora nêzî 2 mehan windakirî mabû. Dema ji binçavan derdiket mirov wî nas nedikir. Me digot wa ji xwe Alî winda kirin. Çed roj derbas dibûn me didît ku wa hat malê. Gelek caran wî binçav dikirin û berdidan. Îşkenceya berê pir xerab bû. Tiştek tê de nemabû. Tenê çerm û hestî mabû. Herî dawî 8 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Bavê min hîngî ku li pey parêzeran digeriya tiştek di bavê min de jî nemabû.”

‘Gotin mij e balafir ranabe’

Mûntaş bal kişand ser bûyerên salên 90’î ku gelek kes di bin çavan de hatin windakirin û kuştina Mehmet Tekdag wiha ragihand: “Mehmet dema diçû pastaxaneyê di nava nîvro û esirê de li çarêya Rezanê hat şehîdkirin. Wê demê welatiyan li kolan û kûçeyan dikuştin. Birayê min ji mal derket haya wî ji felekê tunebû. MÎT û ajan li pey bûn. Serê sibê di 12’ê sibata 1993’an de radibe ku biçe pastaxaneyê, wî di rê de dikujin. Şehadeta Mehmet min ji nûçeyan bihîst. Ez wê demê li gund bûm. Ez ji gund çûm ku cenazeye birayê xwe ji nexweşxaneyê bibin balafirgehê. Hîn şehîd neketibû. Nexweşaneyê wî sewqî nexweşxaneya Enqereyê kiribû. Me ew bir balafirgehê. Ji me re gotin hewa mij e, balafir di vê rewşê de ranabe. Ji ber ku balafir ranekirin Mehmet li balafirgehê jiyana xwe ji dest da. Birayê min Alî di 13’ê mijdara 1994’an de şehîd kirin. Di navbera mirina her du birayê min de 9 meh derbas bûn. Me cenazeyê Mehmet anî û defin kir.”

Endamê JÎTEM’ê li xwe mikur hat

Mûntaş diyar kir ku di ser kuştina Mehmet de çend meh şûnde dewlet dikeve pey birayê wê Alî û wiha pêde çû: “Çima ku Alî got tu dijminê birayê min tune ne, dewleta ku birayê min kuşt, ketin pey Alî. Rastî berê jî li pey bûn. Çend meh şûnde Alî binçav kirin. Me ji wê roj pê ve wî nedît. Ez ji wê rojê de li parka Koşuyolûyê ya navçeya Rezanê bûm. Alî li Deriyê Çiyê binçav kirin, ji wê rojê şûnde me êdî wî nedît. Li Deriyê Çiyê dan pey heta kûçeya Şekerbankê. Dibêjin dema wî girtine gulebaran kirine. Alî bi dev çûye erd ê. Lê me tiştek nediye. Tişta ku em zanin 6 mehan di destê wan de sax ma ye. Mirov wê demê nikaribû 6 rojan di destên wan de bimaya. Tî û birçî di destên wan de bû, êdî nedihat naskirin. Di dawiya dawî de dibêjin wî di navbera rêya Farqînê û Amedê de kuştine. Kablo bi ser de dihelandine û wî gulebaran kirine. Paşê jî wî dişewitînin. Laşê wî davêjin nava erd. Endamekî JÎTEM’ê dema li xwe mikur hat van agahiyan da. Ji ber îşkenceya ku li Alî dikin dêrûniya endamê JÎTEM’ê xera dibe. Wekî dînan dibe. wextê Alî şehîd kirin hevalê wî jê re dibêje te ev nas kir dibêje na. Ji ber Alî Tekdag yekî gire wê demê jî bûbû çerm û hestî. Hat gotin ku ew endamê JÎTEM’ê çûye Xarpetê du meh di nexweşxaneya dînan de razaye. Divê bijîşk jê re gotiye tiştek di dil û mejiyê te de heye ku tu ew bavêjî tê baş bibî. Niha ew jî xuya nake. Dibe ku wî jî kuştibin.”

‘Ez û bavê xwe nexweş ketin’

Mûntaş da zanîn ku dema Alî di binçavan de bû leşkeran gelek caran bi ser mala wan de digirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Alî di destê wan de girtî bû leşkeran her şev bi ser mala bavê min de digirtin. Ji bavê min re digotin Alî Tekdag li ku ye. Bavê min jî ji wan re dibêje Alî di destê we de ye. Ka hûn çi ji min dixwazin. Heta ji wan tê pêhnê li bavê min dixin. Bavê min ji piya dikeve. Me bavê min du mehan li nexweşxaneyê gerand. Nexweşî li bavê min derket. Ji ber her roj bi ser mala wan de digirtin ü ji ber vê yekê hevjîn û zarokên wî çûn Ewropayê. Alî bavê 8 zarokan bû. Xêr ji hev nedîtîn. Piştî van bûyaran ji kerba nexweşiya dil û tansiyonê bi min re çêbû.”

Bila hestiyên wan bidin me’

Mûntaş hîleyên hilbijartinê bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jixwe dewlet her tiştî li gorî xwe dike. Me di encamên hilbijartinê de ev yek aşkera dît. Nahêle em bibin xwedî tiştek. Bi diziyê be, hema bi çi qaydeyî be, dek û dolabên wî pir in. Ji ber berjewendiyên dewletan bi hev re heye dewletên biyanî jî bêdeng dimînin.

Bila hestiyê wan bidin me. Êdî em doza hestiyên xwe dikin. Em jî  wekî her kesî  biçin ser gorên wan fatiheyekê bixwînin. Heft şehîdên me hene tenê gora du şehîdan hene. Em dixwazin gorên 5 şehîdên me yên din jî hebin.”