28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylû zimanê sûcdariyê bi kar tîne

Bi despêkirina pêvajoya hilbijartinan re zextên AKP-MHP’ê li ser gel û saziyên sivîl bi dijwarî didomin. Weke tê zanîn ku çend roj berê Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylû der barê parêzeran de zimaneke tehdîtkar û tund bikaranî û hedef nişan da. Piştî vê yeke Cîgirê Serokê AKP’a Buyukçekmeceya Stenbolê Fatîh Mehmet Zehîr wêneyekî Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î yê ku di merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bi gotina; “Di cenazeyê ‘lêş’ê PKK’î de ye” parve kir. Hewldanên provokatîf ên Soylû û Zehîr rastî bertekên dijwar hatin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren der barê mijarê de bi rojnameya me re axivî.

Eren, got ku Soylû ev ne cara yekem e li dijî parêzeran zimanê sûcdariyê bi kar tîne û wiha got: “Em baş dizanin ku Soylû berê jî li dijî Baroya Amedê û parêzeran bi awayekî hedefgirtin, biçûkxistin û krîmînalîzekirinê daxuyanî da. Lê çima Soylû xwe hewceyî dayîna daxuyaniyên bi vî rengî dibîne! Lewra ev parêzerên ku niha di hedefa wan de ne her tim li dijî bêhiqûqiyên ku tên kirin têdikoşin. Mixabin ev sekna ku li dijî bêhiqûyan Soylû aciz dike ku ew qas bi daxuyaniyên li dijî parêzeran dide û xwe mafdar dibîne.”

Dubendiyan kûrtir dike

Eren, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinan re zimanê siyasetê jî gelek tuj bûye û daxuyand ku uslûbeke nîijadperestî derketiye holê û wiha domand: “Ev uslûba ku di nav xwe de nîjadperestî û cudahiyê pêş dixe gelek bi talûke ye. Teqez divê siyasetmedar û bi teybetî jî kesên ku peywirdarên dewletê xwe ji vê uslûba tûj xelas bikin. Dîsa Cîgirê Serokê AKP’a Buyukçekmeceyê Zehîr wêneyeke Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î yê di merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî de peyameke heqaretwarî û kirêt parve kir. Di vir de jî diyar dibe ku zimanê yên li jor in bê çawa bandorê li ên wan ê jêrî dike. Wezareta ku dewletê bi rê ve dibe vê ûsluba xirab, kirêt û nîjadî bikar bîne wê heman ûslub di nav civakê de jî bi hêsanî bê bikaranîn û parvekirin.”

Em ê her li dijî neheqiyê bin

Eren, da zanîn ku wek Baroya Amedê der barê wê peyama ku heqaretê li birêz Tahîr Elçî hatiye kirin de gilî kirine û ew ê pêvajoya hiqûqê heta dawî bişopînin û wiha got: “Divê ev bê zanîn ku ne parêzer û ne jî baroyan tu car li hemberî van erîşan dev ji têkoşina xwe yên hiqûqî bernedan. Em parazvanên mafê mirovan in û di qanûna parêzvaniyê de ew maf û berpirsyariya me jî heye ku li dijî hemû neheqî û bêhiqûqiyê bisekinin.”

Eren, bal kişand ser doza Tahîr Elçî û ev tişt anî ziman: “Weke tê zanîn îdianameya doza qetilkirina birêz Tahîr Elçî piştî çar sal û nîvan hat amadekirin.  Vê pêvajoyê em dem bi dem ji raya giştî re par ve dikin lê mixabin dosyayeke li ser buyerê têr û tije nehatiye amadekirin. Tenê bi dosyayeke bêbingeh îdianame hat amadekirin. Ew dilnexwaziya ku di pêvajoya lêpirsinê de derket holê, di dema darizandinê de jî dewam kir. Di dema lêpirsînê de zordarî li şahidên bûyerê hatiye kirin jî ne dadgeh û ne jî serdozgeriya Amedê têkildarê vê zordariyê de tu lêpirsîn nedan despêkirin.”

Doz di 5’ê hezîranê de ye

Eren, bi bîr anî ku di doza Tahîr Elçî de mijara herî girîng ew e ku serokwezirê wê demê wê kujeriyê weke suîqesta siyasî pênase kiribû û dadgerî biryara ku divê Ahmet Davûtoglû weke şahid bê gudarkirin guherandiye û wiha got: “Ev vê dida xuyakirin ku mudaxele li vê darazê hatiye kirin. Her wiha niha hêj doz dewam dike û danişîn dê 5’ê heziranê de bê dîtin. Em ê weke baroya Amedê pêşiya vê dozê jî bernadin û heta dawî şopdarê vê dozê bin.”