4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qaqiboya li kolonyalîzmê û parastina garisên xwe

Heger dewlet bi hemû hêmanên xwe, bi dizî û xapandinên xwe dikare rewşê ber bi vê encama dawî ve bibe, dijber jî gerek bi sekna xwe ya destpêkê karibe sîleyekê daweşîne wê pergalê

Pergalên ku li cîhanê bi demokrasiyê ve têne birêvebirin, li ser asasê xapandina gel xwe heyî dikin. Di vî warî de tecrubeya Sokrates diyarker e. Beriya Zayînê di sala 399’an de Ademantûs ji Sokratesî dipirse bê çima ew demokrasiyê naxwaze. Li gora nivîsandina Platonî, Sokrates wiha pirsebersivekê arasteyî Ademantus kiriye:

‘‘Ger tu bi keştiyê rêwîtiyê bikî, te yê bixwesta kî keştiyê biajo? Hema bi rasthatinî ji teref komeke mirovên li wir an jî ji teref kesekî perwerdekirî û hoste?’’

Bersiva Ademantus, a duyem e. Li ser bersivê Sokrates dibêje, ‘‘Hingê tu yê çawa bixwazî ku rêvebirina welatekî ji teref komekê were diyarkirin?’’

Ji vê serboriyê tê famkirin ku Sokrates ne li dijî hilbijartinê ye; ew dixwaze ku kesên hilbijêr mirovên zana û xwedî qabîliyet bin. Ne mirovên ku di bandora serhikum de.

Sokrates mafdar derketiye ku ev jî bi destdayîna jiyana xwe aşkera kiriye. Ew li Atînayê bi ‘Bêesilkirina ciwanan’ hatibû sûcdarkirin, 500 kesên Atînayî di dadgehê de weke heyeta dadweriyê amade bûn. Ji sedî 52 diyar kiribûn ku Sokrates sûcdar e û ew bi vexwarina giyajehrê (baldiran) ceza kiribûn. Her wiha ji sedî 48 nebibû dermanê rizgarkirina wî.

Di vê mînakê de tê dîtin ku meseleya hilbijartinê ya weke hêmana sereke ya demokrasiyê ti caran ji bo pergaleke dadmendî ne çare ye. Li vê derê Demagog (nêçîrvanên xapînokên gel) girseyê manîpule dikin û demokrasiyê ji bo daxwaz û berjewendiyên xwe berevajî dikin. Çawa ku demagogan bûyera Sokratesî manîpule kirine û heyeta dadweriyê ew biryara neheq a kuştinê dane, di hilbijartinê de gelê bi destên demagogan têne manîpulekirin, li derveyî heqiyê encama dengdanê diyar dikin.

Ji ber hindê piştî dengdana 14’ê gulanê ya li Turkiye û bakurê Kurdistanê, di serî de kesên dijberên partiyên demagogan (kesên mixalif) bi rexne û bertekên xwe nîşan dan ku ew bixwe jî hatine manîpulekirin. Hema yekser mirovên li herêmên erdhejê tawanbar kirin. Hin kesan li ser tora civakî sifreyên xwe yên xwarinê parve kirin, hin kesan çêr û sixêf kirin, hin kesan hemwelatiyên xwe layiqî birêvebirina wan demagogan dîtin. Lê wan kesan xala bingehîn ji bîr kir ku alîkarî û piştevaniya erdhejê, ne bi armanca xêrxwaziyê lê weke peywireke neteweyî hatiye kirin. Di vî warî de gotina nivîskar û rojnamevanê Uruguayî Eduardo Galeano weke sîleyekê li ser çavên mirov dikeve.

Eduardo Galeano gotiye, ‘‘Ez ji karên xêrê bawer nakim, ji piştevaniyê bawer dikim; xêrxwazî zêde çik e, ji jorê ber bi jêrê ve dadikeve. Piştevanî berwarî ye. Rêzgirtina wê ji mirovên din re heye. Gelek tişt hene ku ji mirovên dîtir wergirin.’’

Her wiha kurd û hevalbendên wan ku li gora girseya manîpulekirî hîna bêtir polîtik in û hîna bêtir hay ji dek û dolabên lîstika hilbijartinê hene, digel hemû serborî û serhatinên xwe jî, ji ber têkneçûna serdestên li ser hikum, zûzûka dest bi bêhêvîbûnekê kirin ku ev li derdora wan seqayeke mijdar û gumanbarî çêkir. Lê ew ji her kesan bêtir dizanin bê çawa encameke çêkirî bi destê rêvebirên dewletê ve hatiye diyarkirin. Li vir tişta esas, helwesta wan a li dijî kolonyalîzmê ye. Heger dewlet bi hemû hêmanên xwe, bi dizi û xapandinên xwe dikare rewşê ber bi vê encama dawî ve bibe, dijber jî gerek bi sekna xwe ya destpêkê karibe sîleyekê daweşîne wê pergalê. Ji lew re ti pergalên ku heta hetayê li ser hikum bimînin hê nehatine ser rûyê cîhanê. Ger her pergal ji xwe re demokrasiyê weke zirêxekî bi kar tîne, hingê mixalifên kurd û berxwedêr jî dikarin li gora qulik û kêmasiyên demokrasiyê bi helwesta xwe ya qehîm serkeftinekê bi dest bixin.

Kurd ji her kesan zêdetir dizanin ku çûk li ser garisên wan pev diçinin û kesên xwedî GARIS, ew bi xwe ne. Yên mayî weke teyrên ser berateyan bi teqle û firindeyên curbecur êrîşên xwe pêk tînin. Ji ber wê Sinan Ogan, Umit Ozdag, Muharrem Ince, Ahmet Davutoglu, Temel Karamollaoglu, Meral Akşener û têjikên wan bi yek armancê beşdarî vê serermoniyê bûne. Li vê derê sekna bingehîn, kiryara kurdan bixwe ye ku ew dibêjin li gel hemû êrîşên li ser garisên xwe, ew ê bi gurzê Selahaddîe Eyyubî wan êrîşkaran gişan veguherîne eslên wan ên beratebûnê. HELWEST, cureyekî şer ê li dijî kolonyalîzmê ye. ‘Hûn ê yan şer bikin an di kozikên xwe de birizin.’* Ev tesbît beriya bi 60 salan ji teref dijkolonyalîstê mezin Frantz Fanonî hatiye formulekirin: ‘‘Ji bo gelê dagirkirî bûyîna xwedî exlaqî pirr hêsan e. Bêdengkirina kancîtiya (kustehbûn) dagirkeran, şikenandina xeleka tundîtiyê, bi kurt û kurmancî demildest daxistina wê ya ji ser dikê…’’** û ev îro bi helwesta xwe ya resen, kurd dikarin rê bidin.

Li gora gotinên hemû demagogên pergalê ‘‘Yê dîrokê dinivîse, dagirker e. Jiyana wan dastanî ye, tijî serenc û serhatî ne. Ew, destpêka mûtleq in.’’*** Ew dibêjin, me ev erd ava kirine, ji ber wê dê berdewam bike û ger em ji vê derê biçin, her tişt wê biqede, ev welat wê veguhere serdema navîn. Rast e, dagirker dîrokê dinivîse lê weke Fanonî jî kerem kiriye di vê dîrokê de talan heye, dizî heye, tecawiz heye, birçîhiştin heye û tarîxa neteweya wan a rasteqîn bixwe heye. Bi gotina Mirebau, dagirkerê serhikum dibêje, ez bi îradeya gelê xwe li vir im lê ez ancax bi hikumê şûr dikarim dest jê berdim.

Îro hikumê şûr weke dengekî hilbijartinê di destê kurdan û hevalbendên wan de heye û dikarin bi vî hikumî mû ji canê kolonyalîstan bikişînin. Belkî ev nebe serencameke giştî lê dibe ku bibe destpêka serencama sedsaleke nû.