17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê 4 welatî hatin revandin

Li gor hin çavkaniyên ji Efrînê ragihandî çeteyên bi navê ‘polîsên leşkerî’ ku bi girêdayî Istîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) dixebite 4 hemwelatî ku yek di nav de temen mezin e, revandin.

Li gor van agahiyan kesên hatine revandin ev in; Ebdulwehab Mistefa Hemo (70) ji gundê Dumilya ya navçeya Mabeta, Serxwebûn Ehmed Memo (32) ji şêniyên navçeya Bilbilê, Mihemed Mistefa yê bi navê Hemûdê Mist Kinikê tê nasîn ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta û Ebdureqîb Elî Henan ji gundê Heyatê yê navçeya Mabeta.

Her wiha dadgeheke tirk hemwelatiyê bi navê Serbest Ekaş Birîm yê ji gundê Memila ya navçeya Mabeta darizand û 3 sal ceza lê birî. Serbest Ekaş Birîm ji aliyê çeteyên bi navê Mihemed El-Fetih ve hatibû revandin û paşê radestî istîxbarata dewleta tirk hatibû kirin û derbasî Tirkiyê kiribûn.

Dewleta tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve bi dehan ciwan û welatiyên Efrînê yên ku revandine, darizandine, li gorî qanûnên navneteweyî ne ji mafê tu dewletekê ye ku hemwelatiyên ji welatên din darizîne. Lê dewleta tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê kirine.