spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila partiyên siyasî erka  xwe pêk bînin’

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan li Amedê di roja 128’an de didome. Malbat li ber deriyê Saziya Tibê ya Edlî (ATK) ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER û HDP’ê xwestin beşdarî daxuyaniyê bibin. Lê polîsan destûr nedan ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakê  beşdar bibin. Ji ber vê yekê malbat û parêzeran bi tena serê xwe daxuyanî dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de keça Abdullah Kirtay ê 30 salin girtî ye Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Em nêzî 4 meh in li Edaletê digerin. Ji bo edaletê em Nobeda Edaletê digirin. Lê Wezareta Dadê û partiyên siyasî erka xwe bi cin neanîn. Ji bo vê yekê em dixwazin ku ev mijar têkeve rojeva meclisê. Çiqas pirsgirêk nekeve rojevê ewqas mezin dibe. Ev ne tenê pirsgirêka me ye. Ev pirsgirêk ya hemû Tirkiyeyê ye. Lê meclisê rûdinên lê çiqas vê pirsgirêka civakî dixin rojeva xwe. Em malbatên girtiyên nexweş bertekên xwe tînin ziman. Bila partiyên siyasî erka xwe pêk bînin. Bila wezareta dade şiyar bikin.”

Dayîka Ciwan Boltan Nazime Boltan jî destnîşan kir ku di rojên dawî de dîsa cenaze ji girtîgehan derdikevin û wiha got: “Cenazeyên girtiyên me ji girtîgehan derdikevin. Em der barê şiklê mirina wan de bi guman û fikar in. Em dixwazin demildest zarokên me berdin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin. Em dixwazin bên dermankirin û berdan.”

Çar meh in em bang dikin

Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Roj bi roj rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Bila girtiyan tedawî bikin. Çar meh in em bang dikin. Em dibêjin girtiyên nexweş berdin.”

Birayê min bûye çerm û hestî

Herî dawî xwişka Abdulsena Reşahad Ada jî bangî hemû partiyan kir û wiha got: “Em ji bo zarokên xwe Nobeda Edaletê digirin. Birayên min di di girtîgehê de bûye çerm û hestî. Hefteyeke ez  xwarinê naxim. Bila wan derman bikin. Cezayê disîplîn dane birayên min. 2 meh in ez  biryarê xwe nabînim. Em dibêjin bila zext û zorê li ser wan rakin. Dayik û bav hene zarokên xwe nedîtine. Xwîsk heye xwişkên xwe ne dîtine. Bira heye birayên xwe ne dîtine. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em bang li hemû partiyan dikin bila piştgirî bidin çalakiyan me.”

Piştre malbatên girtiyên nexweş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” û ” Heq, hiqûq, edelat” belav bûn.