5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr kayûmê dewleta tirk

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bi hatina demsala biharê re dewleta tirk a dagirker bi hevkarên xwe yên li herêmê re dîsa ket nava liv û tevgerê. Starta van hevdîtinên ku di çarçoveya dijberiya gelê kurd û Tevgera Azadiyê tên kirin îsal li Almanyayê hat dayin.
Wezîrê şer ê tirk Hûlûsî Akar 19’ê sibatê li Almanya li bajarê Mûnîhê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ku bi xwe PDK’yî ye, di heman rojê de hevdîtinên cuda pêk anîn. Di wê civînê de wezirê tirk daxuyand ku hevdîtin di çarçoveya pêşxistina şerê li dijî PKK’ê pêk hatine. Piştî wê hevdîtinê di navbera aliyan de gelek caran hevdîtin pêk hatin lê der barê hevdîtinan de jî daxuyaniyên têrker nehatin dayîn.
Tûra duyemîn a van hevdîtinan vê carê li bajarê Antalyayê çêbû. Nêçîrvan Barzanî li gel şandeyekê di 12’ê adarê de li bajarê Antalyayê bi Tayîp Erdogan û wezîrê karên derve yê dewleta tirk Mevlut Çavuşoglu re li hev rûniştin. Rojeva civînê dîsa heman mijar yanî “şerê li dijî Tevgera Azadiyê” bû.

Di sala 2021’ê de di çarçoveya vê hevkariyê de destpêkê 10’ê sibatê li dijî herêma Garê û paşê jî 23’yê nîsanê li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê êrîşên dagirkeriyê dest pê kir.
Di van êrîşên ku bi mehan dewam kirin de artêşa tirk a dagirker bi hevakariya PDK’ê hewil da ku li herêmê xwe bi cih bike. Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star’ê tevî bi karanîna hemû çekên qedexekirî jî li dijî van êrîşên hovane bi sekn û berxwedaneke mezin têkoşiyan.
Niha heman zihniyeta ku ew êrîş pêk anîn, dîsa bi van civînan di nava hesabên êrîşên nû de ne. Bi taybet jî rejîma Faşît a AKP-MHP’ê ku hebûna xwe li ser dijberiya kurd û Tevgera Azadiyê ava kiriye bi hatina demsala biharê li pêy hesabên qirej in.
Jixwe ev demeke li ser plan û projeyên dewleta tirk ên li ser Heremên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Rojavayê welat nirxandin tên kirin. Bi van nirxandinan ve girêdayî divê em bizanibin ku rejîma faşîst û qirker a AKP-MHP’ê bi hevkariya PDK’ê li herêmê di nava hewldanên qirêj de ye.

Dewleta tirk di krîza Iraqê de xwe wek alîgirê PDK’ê nîşan dide, di çarçoveya vê alîkariyê de jî PDK’ê di şerê li dijî Tevgera kurd de piştgiriya dewleta dagirker dike. Lê divê baş bê zanîn ku di rastiya dewleta tirk de ne mimkun e ku alîgiriya kurdan bike. Her çendî niha piştgiriya xanedaniya PDK’ê dike jî divê em bizanibin ku ew di bingehê de her dem li dijî kurdan û destkefiyên kurdan bûye.

PDK jî ji bo li herêmê hebûna xwe dewam bike û desthilatdariya xwe xurt bike di nava hevkariyê de ye. Ev hevkarî di van salên dawî de gihaşt asta herî dijwar û êdî ziyaneke mezin dide gel û civaka kurd. Xanedaniya PDK’ê di çarçoveya vê hevkariyê de bi peymanên derveyî qanûnî hemû dewlemendiyên sererd û binerd pêşkeşî dewleta tirk kir.
Têkiliyên bi van peymanan hatine avakirin hemû li gorî berjewendiyên teng ên şexsî û hizbî ne. Lewma bi van peymanan ne mimkun e ku dewleta tirk a qirker hebûna gelê kurd bi temamî qebûl bike. Jixwe rejîma AKP-MHP’ê di referandûma 2017’an de rûyê xwe yê reş nîşanî PDK’ê da. Lê tevî rêvebiriya PDK’ê nexwest vê dijminantiyê bibîne, sedem jî dîsa hesabên şexsî û hizbî bûn.

Bi taybet ji wê demê û şûn ve PDK rojane hîn bêhtir ber bi dewleta tirk ve çû û di roja me ya îro de jî êdî bûye xulamê wê. Di encamê de dewleta tirk êdî pêwîst nabîne ku di gelek mijaran de nêrîna PDK’ê jî bigire. Yekser biryarên ku dide dixe pratîkê. Ji bo pêkanîna van biryaran jî PDK’ê agahdar dike û vê jî weke fermanekê dide. Lewma her çendî henek be jî gotina “PDK kayûmê dewleta tirk yê li başûrê Kurdistanê ye” bandora dewleta tirk ya li ser PDK’ê dide aşkerekirin.

Di çarçoveya vê hevkariyê de PDK li herêma başûrê Kurdistanê hêza pratîk e. Bi destê PDK’ê di serî de tevgara azadiyê, li dijî aliyên kurdperwer û azadîxwaz êrîş tên kirin. Êrîşên çekdarî yên li ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanî nîşaneyên vê yên herî xurt in.
Piştî hevdîtinên di navbera Erdogan û Neçîrvan Barzanî de çêbûn û şûn de PDK’ê hêz û wesayitên zirxî derbasî Heftanînê kirin. Bi şandina vê hêzê PDK dixwaze kontrola qadê bi temamî têxe bin kontrola xwe. Diyar e ku tifaqa PDK û dewleta tirk bi vê hereketê starta kiryarên xwe yên qirêj dan despêkirin.

Ligel van hewldanên leşkerî di qada siyasî de jî dewleta tirk karta PDK’ê bi kar tîne û hewl dide hem li parlamentoya herêma Kurdistanê û hem jî li parlamentoya Iraqê bibe xwedî gotin. Jixwe li Iraqê ji ber krîza siyasî îradeyeke xurt a li dijî van lîstikên dewleta tirk bisekine jî nîn e. Lewma dewleta faşîst dixwaze di vê krîza heyî de herêmên ji xwe re weke “xetere” dibîne jî ji holê rabike.

Dorpêçkirina Şengal û Mexmûrê bi vê polîtîkaya qirker ve girêdayî ye. Her çendî ev di destê hikûmeta Mistefa Kazîmî tên kirin jî di bingeha xwe de hevkariya bi dewleta tirk û PDK’ê heye. Ger ev tifaqa qirêj derfetê bibîne û bikaribe wê êrişên hîn berfirehtir bibe ser van herêman. Lewma dibe ku di rojên pêş de pêşveçûnên girîng li herêmê biqewimin. Ji bo xwendina van pêşketinan jî divê analîza civînên ku di navbera aliyên xiyanetkar de tên çêkirin baş bên şopandin.