2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêalîbûn tune ye

Huseyin Omer

Şerê Rûsya û Ukraynayê bala min kişand ser mijara bêalîbûnê. Ez giham wê baweriyê ku bêalîbûn tune ye. Bêalîbûn heta li ba lêkolîner û şîrovekarên siyasî jî tune ye.
Di jiyanê de bi giştî bêalîbûn tune ye û kesekî bê alî jî tune ye. Ez kanalên ku şîrovekarên siyasî û lêkolînerên rojavayî dikin mêvanê xwe dişopînim. Tev wekî rêveberiya DYA’yê diaxivin. Ev yek ji bo dîplomat û rêveberên Ewropa, Kanada, Australyayê û dîlên pergala Amerîkayê jî wiha ye.
Her wiha aşkera bû ku çapemeniya cîhanê jî tenê 2 aliyên wê hene. Aliyekî ku DYA’yê birêve dibe ew jî aliyê herî piranî ye û ez dikarim navê (Ajansa Medyaya Amerîkayê) lê bikim.

Aliyê din jî ew e ku li dijî hegemonyaya Amerîkayê ye û hewl dide bibe dengê serhildanê, lê zêde bandoreke wê nîne û di pêşniyar û nêrînên wan de jî nakokî û cudahî hene.
Gelek mijarên hebûn û nebûnê ji bo siberoja niştecihên cîhanê hene û hinekan ji wan dest bi hilweşînê kiriye. Yek ji wan jî navê gerdûnîbûnê lê dihate kirin ku bi riya înternetê hat belavkirin. Bi xwe re dezgehên çapemeniyê, malperên dijîtal û gelek alavên din ên ragihandinê anîn. Bi wê yekê niştecihên cîhanê kirin yek reng û agahî gihandin ber destê her kesî. Her kes dikare bi riya wê ekrana camî ya ecêb dikare her kesî bişopîne, her agahî û nûçeyê bibîne, bixwîne û guhdarî bike. Dikare li lîstikekê, mîhrîcanekê, panelekê, konferansekê yan jî festîvalekê temaşe bike.

Lê dixuyê ku şerê Rûsya û Ukraynayê dê cîhanê li şûna gundekî bike du gund û her gundek dê bibe xwediyê sînorên bejahî û ezmanî ku dê rê li ber her bandorê li ser yê din bigire. Li vir mebesta min bandora li ser girseyê ye. Dê cîhan vegere Dîwarê Berlînê, celebeke dî dîwarê Spîralî ku dê her kesê ku nêzîkî wî bibe bihelîne.

Bi dîtina min yên herî zêde dê welatên Rojava zirarê ji vê yekê bibînin û yê herî zêde jê sûd werdigire Çîn e ku dê gundê duyemîn bi rengekî çalak bi rê ve bibe. Encamên tiştên ku ez behs dikim dibe ku ne di demeke nêzîk de bin lê di pênc salên pêş de dê diyarker bin û dê li ser tişt biqewimin. Dê şirketên mezin û kartelên Amerîkayê yên ku aborî û teknolojiya cîhanê di bin bandora wan de ye, bêbandor bibin û hilweşin.

Ji ber ku dê şerê Rûsya û Ukraynayê bihêle ku Çîn, Hindistan û Rûsyayê û hin welatên din gundên xwe yên taybet û serbixwe damezrînin û bi wê yekê ji rêgezên ku Amerîkayê ferz dikirin xilas bibin. Amerîka dê bi her awayî hewl bide ku rê li ber vê yekê bigire lê di dawiyê de dê bi ser nakeve.