3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 4 mehan de 12 cenaze ji girtîgehan derketin

Li girtîgehên Wan û Îdirê di nava 2 rojan de 2 girtiyên ciwan cenazeyên wan derketin. Rayedarên girtigehê îdea kirin ku xwe kuştine. Lê malbatên wan jî diyar kirin ku ew bawer nakin zarokên wan xwe bikujin. Di 4 mehên dawî de 12 kesên bi awayekî guman mirî hatin ditin. Balkêş e girtiyên ku cenazeyên wan derketin raporên otopsiyê bi awayekî veşarî hatin kirin. Dîsa girtî di yek hucreyê de dihatin girtin. Ev gelek pirsan di aqilan de ava dike ku girtiyan xwe kuştin an hatin kuştin.

Ji 12’ê mijdarê heta niha girtiyên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

*Di 22’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê Can Guder ê 20 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.  Cenazeyê Guder, bêyî malbata Guder û parêzerê malbatê rakirine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê. ATK îdîa kir ku Guder ji ber “qeyrana dil” jiyana xwe ji dest daye.  Malbata Guder ji Geverê çûn Wanê, cenazeyê kurê xwe birin Geverê.

*Di 20’ê Adarê de li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S’yê girtî Sînan Kaya yê 28 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Kaya bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû darizandin û 3 sal ceza lê hatibû birîn Kaya 8 meh berê piştî Dadgeha Bilind Cezayê wî erê kir hat girtin. Kaya di Girtîgeha Tîpa S ya Îdîrê bi tena serê xwe di hucreyekê de dima. Malbata Kaya cenazeyê kurê xwe ji nexweşxaneya Îdirê girtin û li bajaroka Xoşxeberê defin kiriye. Malbatê diyar kir ku bawer nakin ku Sînan Kaya xwe kuştibe.

*Di 30’yê çileya 2022an de; Mehmet Hanefî Bîlgîn ê 58 salî li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê jiyana xwe ji dest da.

*Di 21’ê çileya 2022’an de; Ramazan Tûranê 70 salî, li Girtîgeha Wanê di hucreya ku bi tenê lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da.

*Di 20’ê kanûna 2021’ê de Vedat Erkmen ê li Girtgîgeha Tîpa F a Tekîrdagê  jiyana xwe ji dest da.

*Di 17’ê kanûna 2021’ê de; Îlyas Demîr li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê jiyana xwe ji dest da.

*Di 16’ê kanûna 2021’ê de Salîh Tûgrûl  li Mersîn jiyana xwe ji dest da. Di Di sala 2014’an de ji ber rewşa xwe ya giran ji girtîgehê hatibû berdan.

*Di 15’ê kanûna 2021’ê de; Halîl Guneş  li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê  jiyana xwe ji dest da.

*Di 14’ê kanûna 2021’ê de; Abdulrezak Sûyûr li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê jiyana xwe ji dest da.

*Di 9’ê kanûna 2021’ê de; Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Kandirayê  jiyana xwe ji dest da.

*Di 12’ê mijdara 2021’ê de; Bangîn Mûhammed  li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê  jiyana xwe ji dest da.

Rapora CHP’ê

Cîgira Serokê Giştî ya CHP’ê ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar Gulîzar Bîçer Karaca, di kanûna 2021’an de rapora bi sernavê “Mafê Ku Tu Lê Digerî Nikarî bigihîjê – Li Girtîgehan Xwegihandina Tenduristiyê” amade kir. Karaca di rapora ku pêşkêşî Desteya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê kir de, bal kişand ser mirinên li girtîgehan. Karaca, diyar kiribû ku li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehan 233 hezar û 194 kes e û wiha gotibû: “297 hezar û 19 kes di girtîgehan de dimînin. Dema kapasîte hat hesabkirin ji bo 100 cihî 127 kes dikevin. Tirkiye bi vê rêjeyê di nav welatên Konseya Ewropayê de di asta zêdebûna girtîhan de di rêza yekemîn de ye.” Karaca, di raporê de destnîşan kiribû ku di 25 salên dawî de 2 hezar û 670 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê