7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Zelenski bo welatên NATO’yê

Îro li Brukselê civîna welatên NATO’yê pêk hat. Ji doh de tevlêbûna lîderên welatên NATO’yê dest pê kiribû û hevdîtinên dualî di navbera gelek lîderan de pêk hatin.

Civîna ji bo nîqaşa êrîşên Rûsyayê tê lidarxistin ku serê mehekê li dijî Ukraynayê didomin.  Serokê Ukraynayê Volodemir Zelenski jî bi riya telekonferansê tev li vê civînê bû û wiha peyama xwe ji beşdarên civînê re anî ziman: “Hewcedariya Ukraynayê bi alîkariyeke bê sînor heye lê NATO’yê ji sedî yek ji tank û balafirên xwe nedaye me. Di dema şer de ev tiştê herî xirab e ji bo welatekî. Bersiva daxwaza me ya alîkariyê nehate dayîn. Tenê ez daxwaz dikim ku hûn ji sedî yek ji tank û balafirên xwe bidin me.”

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stolnberg jî der barê vê civîna awarte de daxuyanî da û wiha got: Em ê hebûna xwe ya leşkerî ya li rojhilatê Kanadayê bihêztir bikin. Çekên kîmyewî şeran ber bi devereke din de dikişînin. NATO herdem ji bo parastin û alîkariya hevpeymanên xwe amade ye. Em bang li Çînê dikin ku dagirkeriya Rûsyayê şermezar bike û bi ti awayî destekê nede Rûsyayê.”

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî civîna welatên NATO’yê 2 lutkeyên din jî ji bo heman mijarê tên lidarxistin. Welatên Yekitiya Ewropayê û welatên G7 jî ji bo heman mijarê lutkeyên xwe lidar dixin.