27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

7 jin ji Girtîgeha Tarsûsê sirgûn kirin

Di 5 rojan de 7 girtiyên jin ji Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê, sirgun kirin. Malbatê Elîf Kardagî ya girtî anî ziman ku ew dixwazin zextên li girtîgehan kêm bibin.

Li girtîgehan her roj polîtîkayên tecrîdê girantir li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine girevê bi zextên cura re rû bi rû dimînin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de ji bo azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya dorveker kiribûn. Piştî girtiyan dest bi çalakiyê kirin, rayedarên girtîgehê hewl didin bi zorê av û xwarinê bidin girtiyan. Gelek girtî avêtin hucreyên yek kesî û cezayên dîsîplînê didin girtiyan.

Yek ji mînakên dawî jî sirgûna li ser girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê tê ferzkirin bû. 18’ê Adarê roja duşemê 6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê bêyî agahiyê bidin xizmên xwe û xwe, sirgûnî Erzinganê hatin kirin û herî dawî jî girtiya Elîf Kardagî duh bi şev sirgûnî girtîgehê hat kirin. Elîf a ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 6 sal dîl hat girtin, li gorî agahiyên ku ji aliyê malbatê ve hatin dayîn, bi şev sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hat kirin.

Malbata Elîfê Karadag ji Nûçegîhana Ajansa JINNEWS’ê Marta Somek re axivî. Malbata Elîf diyar kir ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve Elîf 20’ê Adarê roja yekşemê sirgûnê wê hatiye kirin û diyar kir ku duh şev ji aliyê rêveberiyê ve telefonî wan hatiye kirin û diyar kirine ku Elîf sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hatiye kirin.

Malbata wê anî ziman ku rewşa Elîfê ya birin Qeyseriyê baş e û got: “Me herî dawî roja Duşemê bi Elîfê re bi telefonê axivî û wê ji me re got ku 6 girtiyên jin sirgûn bûne. Bi taybetî girtiyên di greva birçîbûnê de tên sirgûnkirin. 15-20 roj berê em çûn hevdîtina vekirî. Ji me re got ‘Ji ber grevên birçîbûnê gelek zext hene’.”

Malbata wê diyar kir ku Elîfê ji ber ku berê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye, kîloyên xwe winda kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin zextên li girtîgehan kêm bibin. Em dixwazin raya giştî guh bide dengê têkoşîna hevalên me yên girtî.”

Çavkanî: JINNEWS