27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Newroza Helebê: Dagirker nikarin agirê Newrozê vemirînin

Beşdarên Newroza Helebê destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin, dê têbikoşin û her çi qas dagirker hewl bidin jî nikarin agirê Newrozê vemirînin.

Bi hezaran şênî li qada Newrozê ya li herêma Şiqeyf a Helebê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di şahiyê de endamê Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo got: “Agirê Newrozê her tim gur bû. Ruxmî ku dagirkeran hewl didan wê vemirînin. Lê belê berxwedana gelê Kurd û parastina hebûna xwe li ser şopa şehîdan û fikrê Rêber Abdullah Ocalan, ev hewldan têk birin.”

Şêxo wiha domand: “Dagirker û zordest her çiqas bikin jî lê nikarin agirê Newrozê vemirînin.”

Endama rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatme El Hesîno jî axivî û Newroz li hêzên leşkerî, gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Meha Adarê meha êşê ye ku di vê mehê de Efrîn hate dagirkirin. Lê belê em destnîşan dikin ku agirê Newrozê dê her sal, gur be û em ji cîhan tev de radigihînin ku kes nikare vî gelî tune bike ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kiriye bingeha berxwedan û têkoşîna xwe.”

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Akîn Tolhildan axivî û teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Endama Desteya Serokatiya PYD`ê Foza Yûsif jî axivî û Newroz li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Hêzên tarî û pergalên serdest xwestin berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi tevahî rêbazan tune ibkin. Lê belê gelê ku li ser fikrê wî li ber xwe dide û xwe bi rêxistin kiriye, ev plan tune kirin.”

Foza Yûsif bal kişand ser helwesta gelê kurd ku di Newrozê de diyar bû û got: “Gelê kurd careke din di Newroza îsal de îsbat kir ew serî ji dagirkeriyê re natewîne lê belê dê berxwedanê mezin bike û ji çareserkirina doza xwe û parastina hebûna xwe re amade ye.”

Fozayê di dawiyê de got: “Dijmin, bi tevahî rêbazan êriş gelê Kurd dike, ji bo ku nasnameya wî tune bike, ji ber wê lihevkirinan bi hêzên din re dike. Lê belê wê tevahî hewldanên wî bi binkevin, dê heq bi ser keve û dagirker û planên wan dê bi bin kevin.”

Şahiya Newrozê bi pêşandana bernameyên hunerî û muzîkê berdewam kir.