3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

7 kantonên Bakur û Rojhilat şehîdên Qamişloyê bi bîr anîn

7 kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 20’an a Serhildana Qamişloyê çalakî li dar xistin. Kesên daxuyanî dan diyar kirin ku rihê Serhildana Qamişlo wê heta avakirina civakeke demokratîk berdewam bike.

Bi boneya salvegera 20’an Serhildana Qamişloyê, li 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî hatin dayîn, meş hatin lidarxistin û serdana gorên şehîdên serhildan hatin kirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana gorên şehîdên serhildanê hatin kirin. Gul li ser goran hatin dayîn û mûm hatin pêxistin. Di çalakiyan de banga xurtkirina têkoşînê ta pêkanîna armancên şehîdan hatin kirin. Hate diyarkirin ku Serhildana 12`ê Adarê çirûsaka tevgera gelê Sûriyeyê ya sala 2011’an e.

Kesên daxuyanî dan gotin: “Serhildana Qamişlo ya 2004’an ku ji aliyê Kurdan ve hîmê wê hate dayîn ji bo tevahî gelê Sûriyeyê pêngaveke ber bi têkoşîna aştiya ya li hemberî siyasetên dijber  ve ye. Dê bi rih û îradeya serhildanê tev bigerin ta Sûriyeke demokratîk a pirrengî were avakirin.

Di çalakiyan de girîngiya hevgirtinê ya li hemberî planên derxistina fitneyan di navbera gelên herêmê de jî hate destnîşankirin. Hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bersiva pêkhateyan a li hemberî van hewldanan e û banga parastina vê projeyê hate kirin.