3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

7 lehengên Çekoslavak û 7 lehengên Girê Sor

Gava mirov li rûpelên dîrokê dinêre, dibîne ku rejîmên dîktator, rejîmên faşîst, zordar, zûlûmdar têk çûne. Lê di rastiyê de di bin têkbirina her zordaran de rola lehengan heye û berxwedana wan heye. Loma ew leheng aktorên herî mezin ên dîrokê ne. Ji ber vê jî ew hêjayî bibîrhatinê ne. Ji bo ders ji wan were derxistin, tim werin bibîranîn û ronî bidin paşerojê fîlm, roman û dokumenter li ser wan tê çêkirin. Di rûpelên dîrokê de herî zêde navên wan heye.

Di dîroka nêz a mirovahiyê de di sala 1942’an de, du lehengên Çekoslavakî yên bi navê Jan Kubîs û Josef Gabchik hebûn. Ev her du şervanên Çek, li dijî generalê herî xwînxwar ê Naziyan Reinhard Hedyrich ku weke kasabê Pragê dihat naskirin, çalakiyeke sûîkastê pêk anîbûn. Ev çalakiya wan di şerê dûyemîn ê cîhanê de yek ji çalakiyên herî bi bandor ên li dijî Naziyan bû. Lê lehengiya wan ji vê çalakiya serketî ya sûîkastê zêdetir di berxwedana wan a fedaî de veşartî bû. Di bûyerên piştî vê de, ev her du partîzan li gel 5 hevalên xwe yên din di dêrekê de dor li wan tê girtin û şerekî mezin dimeşînin. Leşkerên Nazî dikin nakin nikarin bikevin wê dêra dorlêgirtî. Piştî şerekî dijwar pênç ji wan jiyana xwe ji dest didin û herî dawî du kes ji wan di odeyeke dêrê de asê dimînin; Jan Kubîs û Josef Gabchik. Piştî ku leşkerên Naziyan nikarin bikevin hûndir destpêkê gaza jehrî û dûre jî avê bera hûndir didin. Herî dawî ji bo nekevin destê faşîstan de dawî li jiyana xwe tînin. Ew 7 şervan li wir hatin kuştin, lê ya ku piştre winda kir faşîzma Hîtler bi xwe bû. Li ser vê bûyerê bi hezaran nivîs, bi dehan dokumenter û hinek fîlm hatine çêkirin. Lê di vir de ya girîng ewe ku her çend ew her heft şervan jiyana xwe ji dest didin jî dîrok vê berxwedanê weke berxwedaneke serketî û bi encam tomar kiriye.

Ji vê berxwedanê kesek nefilitî, di wê berxwedana di dêra welatê Çekê de tam çi bûye nayê zanîn lê hinekî bi belgeyan hinek jî bi hêza xiyalê ev çîrok hatiye roja me ya îro.
Ji 7 berxwedêrên Pragê yên di şerê li dijî leşkerên Nazî jiyana xwe ji dest dan em derbasî 7 pekrewanên li Girê Sor bibin.

3 gerîllayên ku ji şerê tûnelan ê Girê Sor bi saxî rizgar bûn, cîhan bi destaneke mezin a berxwedanê hisandin. Wan 3 gerîllayan bi tevî 7 gerîllayên ku jiyana xwe ji dest dan, di nava berxwedana li Girê Sor de cîh girtin û hemû hûrgûliyên vê serpêhatiya destanî ji cîhanê re vegotin. Bê gûman di 40 salên dîroka têkoşîna azadiyê de bi hezaran mînakên lehengiyê çêbûne, Berxwedaniya li Sûr û Nisêbînê, berxwedaniya Kobanê û bi hezaran berxwedaniyên egîdiyê. Hemû jî bê mînakin. Lê li Girê Sor, sînorê îradeya însan di rastiya gerîllayên azadiyê de careke din hate derbaskirin. Şerekî bi heman asteyê dîsa li herêmên Garê, Zendûra, Mam Reşo û Aris Faris hatin nîşandan.

Stêrk TV dokumentera Şerê Tûnelan Girê Sor a bi 5 beşan weşand. Ev dokumanter behsa şerê 82 rojan ên li tûnelên Girê Sor dike. Deh gerîlla, 82 rojan, di tûnelên ku weke perestgehên şer tên binavkirin de berxwedaneke mezin nîşan didin. Di dema wî şerî de HPGê gelek caran behsa bikaranîna çekên kîmyawî kir. Yanî di hemû eniyên şer de jî artêşa tirk çekêm kîmyawî bikar anî. Jixwe artêşa Tirk, li Garê bi çekên kîmyawî hemû endamên xwe yên esîr ên destê gerîlla de kuştibûn. Di şerê di tûnelên şer ên Girê Sor de, 3 gerîlla piştî ku 7 hevalên wan jiyana xwe ji dest didin biryardar didin ku divê ji tûnelên şer derkevin. Hin ji wan israr dikin ku li gel hevreyên xwe yên pekrewan heta dawiyê bimînin. Lê ew ji bo lehengiya li vir hatiye nîşandan û serpêhatiya pekrewanên vir vebêjin biryar didin ku ji tûnelan derkevin.

Biryar didin, hewil didin û bi tevî dorpêçeke mezin jî bi saxî ji wir derdikevin. Lê ya girîng di vir de armanca wan a ji vir derkevin ewe ku bi cîhanê bidin zanîn di 82 rojan de di vê tûnelê de qiyameteke çawa rabûye, şerekî çawa meşiyaye. 10 şervanên azadiyê li hemberî artêşeke bi deh hezaran leşker, balafir, teqemenî, di bin şert û mercên bê xewî, birçîbûn, tîbûn, westandinê de nêzî 3 mehan şer dikin. Eşkereye ku ji vî alî ve mînakên berxwedaneke wisa di dîroka cîhanê de tune ye. Weke ku ew dibêjin, li dijî wan teqeminiyeke nehate teqandin, çekeke nehate ceribandin nema. Lê ew bi tevî van hemû êrîş, bomberdiman û gaza kîmyawî jî hem ji hûndirê van tûnelan şerekî mezin dimeşînin û windahiyên mezin bi artêşa Tirk didin dayîn. Di encama berxwedana 82 rojan de li herêma Avaşînê li Girê Sor, di encama çekên kîmyayî de 7 gerîlla jiyana xwe ji dest dan; Fatma Balica bi nasnav Özgür Bagok ji Nisêbînê, Serdar Dînç bi nasnav Serhildan Mordem ji Wanê, Hasan Emcûr bi nasnav Argeş Botan ji Şirnexê, Celal Özcan bi nasnav Botan Özgür ji Wanê, Rama Şemdîn bi nasnav Zinarîn Welat ji Hesekê, Hîva Mamo bi nasnav Delal Qamişlo ji Qamişloyê, Firat Şahîn bi nasnav Baz Gever ji Colemêrgê. Kî dizane di paşerojê de wê çend fîlm, çend dokumanter û roman li ser vê destanê werin nivîsandin…