17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

73 kesên duh polîsan li Amed û Mêrdînê binçavkiribûn hatin berdan

48 kesên piştî şahiya duh bi şev li Amedê hate lidarxistin hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Li Mêrdînê jî 25 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê duh bi şev li Semta Gazîler a navçeya navendî ya Peyasê ji bo pîrozbahiya encamên hilbijartinê şahiyek li dar xist. Polîsan piştî şahiyê 48 kes binçav kirin. Endamên Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Elîf Tûran û Bariş Ekîncî yên di nav binçavkiriyan de hatin derbkirin.

Di hin beşên laşên Tûran û Ekîncî yên dema binçavkirinê de hatin derbkirin, sorbûne. Ekîncî û Tûran rapora derbê wergirtin. Tûran û Ekîncî yên li Midûriyeta Polîsan a Amedê derbarê wan de “li hemberî polîsan derketine” kirarî hatin kirin, piştî îfadeyan hatin berdan. Derbarê 46 kesên din de ku hunermend Kadîr Çat jî di nav de bû bi îdiaya “li hemberî polîsan derketine” û “Propagandaya rêxistinê kirine” kirarî hatin kirin. Kesên hatibûn binçavkirin piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan.

Ekîncî û Tûran ên rapora derbê wergirtin dê giliyê polîsên ku ew derb kirine bikin.

Li navçeyên Artûklû, Qoser û Mehsertê yên Mêrdînê jî bi serdegirtina malan ên duh hatin kirin de endamên DEM Partiyê jî di nav de û piraniya wan ciwan 25 kes hatibûn binçavkirin. 25 kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.