3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Murat Verîm ji girtîgehê derket

Rojnameger Murat Verîm ê di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de dihat ragirtin, ji girtîgehê derket. Verîm ê di çileya sala 2023’yan li Yewnanîstanê hatibû binçavkirin, teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Verîm ê bi hinceta cezayê wî erêkirî  heye hate girtin û piştî 16 mehên girtî, hate berdan.

Nûçeyên daxuyaniyên şaredariyê û nîşeyên wî yên nûçeyan ji bo Verîm bûn hinceta sûcdariyan.

Verîm di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de heya 29’ê cotmeha 2016’an ku bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê de (KHD) hate girtin, piştre jî di Şaredariya Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê de di Midûriyeta Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re de heta ku qeyûm hate tayînkirin xebitî. Derbarê Verîm de di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di Dadgeha Cezayê Giran a Midyatê de hate darizandin û bi îdiaya “ser navê rêxistinê kirina sûc” 3 sal ceza lê hate birîn . Cezayê Verîm ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin.