30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qersê jî bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel

Serokê CHP’a Qersê Onur Ulutaşdemîr behsa nelirêtiyên bi veguhestina hilbijêrên leşker û polîs dest danîne ser îradeya gelê Qersê û diyar kir ku hilbijartin rewa nîn e.”

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de AKP û MHP’ê bi hezaran polîs û leşkeran wek hilbijêr veguhestin. Bi dengên behsê xeberê ve îradeya gel hate xestpkirin. Yek ji bajarên ku bi dengên veguhestî encamên wê yên hilbijartinê guheriye Qers e û 3 hezar û 842 hilbijêrên veguhestî anîn bajar. Li gorî daneyên nefermî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 13 hezar 120 deng, MHP’ê bi piştgiriya AKP’ê 16 hezar û 384 deng girtin. Bi vî awayî, bi dengên polîs û leşkeran rêveberiya şaredariyê derbasî MHP’ê bû. Îtîraza DEM Partiyê ya ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re kiribû jî hate redkirin.

Hinceta wan (Tatbîqata zivistanê) ye

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê Qersê Onur Ulutaşlar derbarê bêusiliyên hatine kirin de axivî û wiha got: “MHP’ê li bajar bi hilbiljêrên veguhestî şaredarî bi dest xist. Me di nava du malnîşanan de 2 hezar û 501 kes tespît kirin. Me li gel nav, paşnav heya hejmara T.C. ya wan girt û ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re îtîraz kir. Dema ku encamek derneket, navenda partiya me ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) re îtîraz kir. Piştre jî bi Wezareta Parastinê ya Neteweyî re hevdîtin hate kirin. Tevî hemû îtîraz û hevdîtinan ev nehatin qebûlkirin. Ji bo hincetên xwe jî ‘tatbîkata zivistanê’ nîşan didin.

Ji sedî 11 hilbijêrên veguhestî ne

Uluştaşdemir di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew piştre 4 hezar û 180 hişbijêrên veguhestî tespît kirine û wiha pê de çû: “Dibe ku ev hejmar ji bo bajareke mezin ne tiştek be lê ji bo Qersa 44 hezar hilbijarên wê hene dibe ji sedî 10’ê hilbijêran. Di hilbijartina berî niha de HDP’ê ji sedî 26, MHP’ê ji sedî 24, CHP’ê ji sedî 22 deng girtibûn. Dema ku em li ferqa di navberê de dinêrin ji sedî 2 ye. Dema ku em niha jî li rêjeya hilbijêrên veguhestî dinêrin ji sedî 11 ye. Ev yek rasterast bandorê ser encamên hilbijartinê dike.”

‘Desteserkirina îradeya gel’

Di dirêjiya axaftina xwe de Uluştaşdemîr ev tişt gotin: “Li vê derê dest danîn ser îradeya gel. Hilbijêrên ku li Qersê najîn, ji ber hilbijarinê, rojekê anîn Qersê û wekî ku bandorê li ser 5 salên bike, deng bikar anîn. Dibe ku bi vî awayî bandorê ser 30 salên Qersê jî kirin. Hem em hem navenda partiya me dê di 5 salên pêşiya me de vê rewşê li her derê bînin ziman. Em bi tu awayî ev serokê şaredariyê jî vê hilbijartinê jî dê qebûn nekin. Ji ber ev rewş ser şaredariyê, ser meclîsa giştî ya bajar û ser endamên meclisê bandor kir. Ji ber hemû hevsengiyan serobino kir em bi tu awayî qebûl nakin.

‘Hejmara sindoqan ji 6 derxist 12’an’

Di dawiya axaftina xwe de Uluştaşdemîr diyar kir ku AKP û MHP’ê li deverên ku qeyûm lê tayîn kiribûn jî serî li rêbaza hilbijêrên xwestibû dabûn û wiha got: “Hezaran hilbijêran veguhesti anîn cihên biçûk ên wekî Qers û Îdirê. Ez difikirim ku hilbijêrên AKP’ê jî ji serkeftina bi vî awayî hatiye bidestxistin aciz in. Ji ber rewş di Dibistana Navîn a Ataturkê ya li Taxa Cumhuriyetê gelek sosret bû. Hezaran leşker di baxçeyê dibistanê de bûn. Min xwest bi leşkerên hatine re biaxivin lê belê yekê bersiva min neda. Di vê dibistanê de hezar û 315 hilbijêr dengên derbasdar bi kar anîne. Berî niha di vê dibistanê de di hilbijartinan de 6 sindoq dihatin danîn û di vê hilbijartinê de 18 sindoq hatin danîn. Ji van sindoqan ji CHP’ê re 525, ji DEM Partiyê re 377, ji Partiya ÎYÎ’yê re 402, ji Partiya Yenîden Refahê re 162, ji partiyên din re 126 deng derketin û balkêş e ji MHP re di sindoqên din 2 hezar 723 deng derketin. Di van encaman de helwesta dengdayinan pir bi zelalî tê dîtin. Ev rewş li Dibistanên Fevzî Çakmak û Cumhuriyetê derketin holê.”