4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroz tenê destpêkek bû

Hefteyek di ser Newroza 2022’yan re derbas bu lê bi her awayî hê jî di rojeva gelê kurd û yê Rojhilata Navîn de ye. Ji ber Newroza îsal ligel hemû astengiyên dewlet û hişmendiya serdest gelê kurd li dora agir kom bû. Bû yek û hema bibêje li her qadeke Newrozê banga yekityê kir. Li dijî faşîzmê sekinî û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest. Di gelek şîrove û nirxandinên piştî Newrozê hatine kirin de jî ev rastîderket pêş.
Têkildarî Newroza 2022’yan edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk û rojnameger Solîn Alphan bi Xwebûnê re axivîn û diyar kirin ku gelê kurd di peyama xwe de zelal bû û bi yek dengî daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.

Vîna hevpar a Newrozê

Gulşen Koçuk di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya beriya Newrozê û wiha got: “Di pêvajoyeke ku dewlet û desthilatdariyê êrîşên xwe zêde û şer dijwartirkirî de li Kurdistanê gel dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir. Peyama Newrozê jî peyameke girîng bû ji ber ku kesên ku di Newrozê de derketin qadan peyama azadiyê dan. Ew vîna ku ji aliyê desthilatdariyê ve dihat tepisandin û tunehesibandin careke din derket holê û xwe nîşan da. Vê îradeyê got ku hê tu tişt xelas nebûye, her tiştî hê nû destpê dike, tu nikarî ji derveyî îradeya min tevbigerî û min tunebihesibîne.”

Newroz navê berxwedanê ye

Koçuk bal kişand ser girîngiya Newroza Amedê û ev tişt anî ziman: “Divêmirov Newroza Amedê cuda bigre dest ji ber ku ew xwedî helwesteke li dijî pergala serdest e. Newroza Amedê li dijî êrîşên pergalê yên piralî navê berxwedanê ye. Ji ber ku gel bi taybetî li dijî êrîşên li ser cil û bergên wan ên neteweyî, ji bo çand û cejna Newrozê ku dewletê xwest astengiyê derîne, li ber xwe da. Di roja Newrozê de li gelek bajaran mînakên ku polîsan xwest astengiyên ji bo cil û berg, dirûşme û hwd. derîne derket holê.”

Daxwaza azadiya fizikî

Rojnameger Gulşen Koçuk wiha got: “Desthilatdarî hertim dixwaz Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gel bide jibîrkirin, lê gel bi vîna xwe bi dengekî herî bilind daxwaza azadiya Ocalan a fizîkî kir. Ji ber ku gel wî wek îradeya xwe dibîne. Êdî ev rastî di asta herî jor de di Newrozê de jî derket holê û gel xwest vê peyamê bide dewletê. Em dikarin bibêjin ku ji bo dema bê êdî yên pêvajoyê bi rê ve dibin û pêşengtiyê dikin jî kurd in. Yanî di Newrozê de herî zêde ev alî hewceye baş bê dîtin. Ligel hemû şert û mercên hewayê yên giran, ligel hemû astengiyên ku li noqteyên polîsan derketin holê, gel li dora agirê Newrozê kom bû û daxwazên xwe anî zima. Gelê kurd li dijî polîtîkaya dewletê ya ku dixwaze Newrozê têxe ‘nevruz’ sekinî û li cejna xwe, li çanda xwe xwedî derket.”

Peyamên jinan zelal bûn

Koçuk bal kişand ser peyama jinan û wiha lê zêde kir: “Peyama jinan a ku ji qadên Newrozê hatin dayîn bêguman aliyê herî girîng yê vê cejnê bû. Bi taybetî jî li ber noqteyên lêgerînê dema ku polîsan xwest cil û bergên jinan asteng bikin, bi berxwedana jinan re rû bi rû man. Dayik bi kincên xwe û bi ala xwe amade bûn. Jinan li hemberî ava şîd a TOMA’yê dest bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ kirin. Yanî di vir de jî derket holê ku sekna jinên kurd, sekna gelê kurd bi her awayî zelal e. Helbet em diakrin bibêjin ku Newroz tenê destpêkek bû. Destpêkeke li dijî şer bû. Her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn destpêkek bû, destpêkeke li dijî şer bû. Ji ber vê yekê jî pêvajoya pêşiya me helbet pir girîng e, ji ber ku kurdan ew ruhê Newrozê nîşan dan, rola xwe ya pêşengtiya berxwedanê nîşan dan. Di Newrozê de jî rola xwe ya pêşengtiyê bi awayekî vekirî nîşan da.”

Tevlêbûna nifşê ‘Z’yê

Rojnameger Solîn Alphan jî li Nisêbîn û Êlihê Newroz şopand û çavdêriyên xwe yên têkildarî Newrozê bi me re parve kir û wiha got: “Em tev dizanin ku desthilatdarî hertim dixwaze bi taybetî jin û ciwanan têxe bin bandora xwe û vê yekê di gelek biyavan de jî dixe meriyetê. Herî zêde bi ciwanên ku wek ‘Nifşê Z’yê’ tên binavkirin polîtîkayên xwe dixe dewrê. Di Newroza 2022’yan de jî me herî zêde li qadên Newrozê nifşên Z’yê dîtin. Helbet vê yekê jî em kêfxweştir kirin û ew teza ku nifşên Z’yê haya wan ji bayê felekê tune ye pûç dike. Ji ber ku ciwan bi vîna xwe li qadên Newroza Amed, Wan, Êlih, Nisêbîn, Silopya û hwd. bûn.”

Coşa jinan

Solîn Alphan di axaftina xwe de bal kişand ser kelecana li qada Newroza Êlih û Wanê û wiha got: “Tişta din jî ya ku kete qadraja me ew bû ku dayikên kurd bi coş, kelecan û bi dilgermiyeke pir bi qiymet li qadê bûn. Sekna wan, coşa wan, peyamên wan, govend û tilîliyên wan û bêguman dirûşmeyên wan sekna herî zelal danî holê. Ev jî bersiva herî xurt a jinên kurd ku di Newrozê de nîşan dan.”

‘8’ê Adarê pirek bû’

Rojnameger Solîn Alphan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bingeha Newrozê di 8’ê Adarê de bi biryara jinan diyar bû wiha bi lêv kir: “Di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de pirek hat avakirin. Berxwedana jinan a di 8’ê Adarê de bingeha berxwedana Newrozê amade kir. Sekna jinan a li dijî desthilatdariyê bingeha Newrozê jî amade kir.”