18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelata Metîn Goktepe dan JINNEWS û MA’yê

Encamên 25’emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe ku ji aliyê Rojnameya Evrenselê ve ji sala 1998’an ve bi armanca jiyina bîranînên rojnamegerên li ser karê xwe jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, diyar bûn. Di pêşbirkê de nûçegîhana MA’yê Arjîn Dîlek Oncel bi nûçeya xwe ya “Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla” ku di 9’ê îlona 2021’an de hatibû weşandin hêjayî Xelata Nûçeyên Nivîskî hat dîtin.  Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Aslan jî bi nûçeya xwe ya “Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi maşîneya zirxî hatibû kuştin tazmînatê xwest” hêjayî Xelata Nûçeyên Nivîskî ya Taybet a Jûriyê hat dîtin.

Di pêşbirkê de xelata dîmenê ji Gazete Dûvarê Serkan Alan û Arti TV’yê Meral Danyildiz girtin. Xelata wêne jî Hasan Dogan girt. Xelata rojnamegeriya herêmî jî ji Haber Gazetesi ya Semsûrê Omer Karakûş girt.

Xelatan jûriya ku ji Celal Başlangiç, Hale Gonultaş, Îpek Ozbey, Mehveş Evîn, Mûrat Sabûncû, Nazim Alpman, Serpîl Îlgun û Zana Kaya pêk dihat diyar kir.

Xelat dê di 10’ê Nîsanê roja Rojbûna Metîn Goktepe de bi merasimekî pêşkêşî xwediyên wan bên kirin.