5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Kî dikare bêje edalet heye?

Li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parstvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li dijî zilmê di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 384’an de berdewam dike. Ji ber ku îro dawiya heftê ye malbata nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domandin. Malbatê, li ser hesabê xwe ye medya sanal ev agahî nivîsî: “Peywira darazê ne parastina sûcdaran e. Edalet; kengî ku bêyî li meqam û heza wan binêre sûcdaran ceza bike wê demê dê li welat hin tişt biguherin! Kî dikare li deriye edliyeya Rihayê binêre û bibêje edalet heye?”