18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Newroz bû heviya gelê Kurdistan û Tirkiyeyê’

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku Newroz ji bo gelan bû hevî.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê bi şiyara “Em ber bi siberojê ve dimeşin” 4’emîn kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Rêxistina HDP’ê kongreya xwe li Otela Şehrî Nuh pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Endamên Meclisa Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER, Parlamenterên HDP’ê, Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin ên Êlih Bismil, Nisêbîn, Cizîr, Stewr, Hezex, Sîopî, Gundikê Melê û gelek rêveberên HDP’ê di kongreyê de amade bûn.

‘Agirê Newrozê belav bû’

Kongreyê bi rêzgirtin û sirûda Çerxa Şoreşê dest pê kir. Piştre dîwan hat hilbijartin. Li salona kongreyê pankarta “Me bi ciwanî destpêkir emê bi ciwanî biserkevin” vekirin. Girseyê di kongreyê de bênavber dirûşmeya “Bijî serok apo”, “Şehit namirin”, “Bimre îhanet, bijî Kurdistan” berz kirin.

Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, anî ziman ku agirê Newroza 2022’yan de geş bû, li hemû Botanê belav bû û wiha got: “Newroz ji bo gelê Kurdistanê û gelê Tirkiyeyê bû hevî. Em ji berxwedana gelê Botanê bawer dikin. Ev berxwedan dê rêya azadiya gelê kurd veke. Ji ber vê yekê ev sedsal dê bibe sedsala gelê kurd. Hemû şert û merc ji bo me guncav in. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê li ser axa xwe bi zimanê xwe azad bijîn.

‘Tu tişt êdî AKP-MHP’ê xelas nake’ 

Bayindir, anî ziman ku di pîrozbahiya Newrozê de gel peyamên gelek girîng dan û wiha got: “Gelê kurd li dijî polîtîkayên qirêj û polîtîkayên tecrîdê anî ziman ku dê bi awayekî pir mezin têbikoşe. Gelê kurd anî ziman ku pirsgirêka kurd dê bi aştî û diyalogê çareser bibe. Bi milyonan kurdên beşdarî Newrozê bûn, anî ziman ku tenê rêyek çareseriyê heye ew jî li Îmraliyê ye. Gelê kurd ji bo çareseriyê peyamek gelek mezin da desthilatdariya AKP-MHP’ê. Desthilata AKP-MHP’ê hemûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava dike. Lê îro PDK bi îqtîdara AKP-MHP’ê re hevkariyê dike. Eger ku KDP bi Tirkiyeyê de gavan bavêje gelê kurd dê qiyametê rake. Em hêzen gelê kurd hişyar dikin. Werin em hemû derfetên heyi têxin xizmeta yekîtiya gelê kurd. AKP-MHP  we xelas nake. Werin rêya azadiyê. Serkeftin nêzîk e.

‘Em ê benda aştiyê derbas bikin’ 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, anî ziman ku ji bo HDP nekeve meclisê benda ji sedî 10 anîn. Lê hemû alemê dît ku kurdan bend derbas kirin. Ketin meclisê. Niha bend daxistin ji sedî 7’an. Em dizanin ev bend ji bo şirîkê xwe yê biçûk daxistin. Lê şirîkê wan ê biçûk dê benda ji sedî 7’an jî derbas nekin. Em partiya ku bendan derbas dikin û tên. Me çawa benda hilbijartinê derbas kir, em ê benda aştiyê jî derbas bikin. Em ê benda li pêş demokrasiyê jî rakin. Em carek din soz didin we. “