17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sileman Ehmed 71 roj in di destê PDK’ê de ye

PDK’ê 71 roj in rojnameger Silêman Ehmed dîl girtine û bernadin. Malbat û parêzeran serî li hemû rayedaran dan. Lê heta niha tu encam bi dest nexistine.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê demê ve agahî ji Silêman Ehmed tune ne.

Hefteyek piştî revandina Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîn e.”

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Nerîman Ehmed da zanîn ku dosyaya Silêman Ehmed di destê saziya îstîxbaratê ya PDK’ê de ye.

Duh der barê revandinê de, dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed ji Rojnewsê re axivîbû û gotibû: “Ez bang li aliyên peywendîdar dikim, ji bo çarenûsa kurê min destwerdanê bikin. Silêman rojnamevan e û bi salan li Başûr kar dike. Niha ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, lê tu aliyek ji bo aşkerakirina çarenûsa wî hewl nade.”

Dayika Silêmanî Sultana pirsa “Ji bo çi çarenûsa kurê min aşkera nakin? Kurê min bi aşkera kar dikir û tiştek ne yasayî nekiriye. Çawa dibe bi awayek yasayî bê Heleb û piştre bi di dema vegerê de bê revandin. Ji bo çi nahêlin parêzer Silêman bibînin û dosyaya wî aşkera bikin?” kiribû.

Parêzer, malbat û hevalên Silêman Ehmed ji bo aqûbeta Silêman Ehmed serî li gelek rayedarandan, lê heta niha tu agahî bi dest nexistine.