4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê 4 jin bi darve kirin

Zextên rejîma Îranê ên li dijî jinan berdewam dikin, di rojên dawî yên 2023’yan de di nava sê rojan de 4 jinan bi darve kir. Bi van re hejmara  jinên ku di nava sala borî de li Îranê hatine bidarvekirin gihişt 25’an.

Îran yek ji wan welatên herî zêde darvekirin lê pêk tê ye, li gor zanyariyan, di rojên dawî yên meha Kanûnê ya 2023’yan de di nava sê rojan de 4 jin hatin bidarvekirin. Bi van re hejmara jinên ku di nava salê de li Îranê hatine bidarvekirin gihişt 25 jinan.

Li gor raporên saziya Encûmena Jinên Îranê, rejîma Îranê berdewame di cihanîna cezayê bidarvekirinê de. Di raporê de tê gotin ku rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê wek amrazek ji bo çavtirsandina gel û pêşîlêgirtina nerazîbûnên li dijî desthilatê bikartîne.

Di raporê de tê gotin, li gor sala 2022’yan di sala 2023’yan de rêjeya bidarvekirinê ji sedî 43 zêde kiriye. Tê gotin, tenê di nava meha Cotmeh û Mijdara 2023’yan de nêzî 200 kes hatine bidarekirin. Di nava salê de jî bi giştî nêzî 850 girtî hatine bidarvekirin. Ji vana 15 girtiyên siyasî ne, 25 jinin.

Li gor amaran, ji sala 2007’an ta niha bi giştî 228 jin li girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin.