27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

81 baro: Em li ba serokê baroya Amedê ne

Serokên 81 baroyan bertek nîşanî gefên li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren hatine xwarin dan û wiha gotin: “Em naxwazin êşeke din a mîna ya Tahîr Elçî bijîn.”

Wêneyên hevjîn û zarokên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabên medyaya civakî hatin parvekirin û gefa kuştinê lê hat xwarin. Baroya Amedê têkildarî bûyera ku di demên berê de çêbûbû û duh dîsa hatiye dubarekirin li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kir. Piştî ku bûyer hate bihîstin, serokên 81 baroyan daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar parve kir. Daxuyanî bi sernavê “Ji bo Hêzên Ewlekariyê, Meqamên Edlî û Saziyên Dewletê” hate parvekirin. Di daxuyaniyê de qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî hate bibîrxistin û wiha hat gotin: “Em naxwazin êşeke din a mîna ya Tahir Elçî bijîn.”

Gef nîşaneya xetereyan e

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di demên dawî de li ser medyaya civakî gefa kuştinê li Serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren tên xwarin. Ev gef nayên qebûlkirin. Em naxwazin bûyereke nû ya Alî Gunday û êşeke mîna ya Tahir Elçî bijîn. Gefên nemerdane yên li ser hesabên anonîm tên kirin, parvekirina wêneyên zarok, hevjîn û hemû endamên serokê me, xetereya bûyerê nîşan dide.”

Faîl çima nayên tesbîtkirin

Herî dawî jî ev bang li saziyên dewletê hate kirin: “Banga me ji bo hêzên ewlekariyê, meqamên edlî û hemû saziyên dewletê ew e ku li dijî van gefên tundiyê û gefên kuştinê yên nemerdane her cureyên tevdîran bigirin. Daxwaza me ji wan ew e ku pir micid nêzî bûyerê bibin, bi baldarî ser bûyerê bisekinin û di zûtirin demê de faîlan bigirin û ceza bikin. Heke neyê xwestin ku êş û trajediyên nû bên jiyandin, bêyî ku dereng bibe divê rayedar peywira xwe bi cih bînin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku li dijî gefên hêzên tarî em bi Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û Serokê Baroya Amedê parêzer Nahît Eren re ne û bêyî dudilî piştgiriyê didin wan.”