10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana jîna Emînî 5 meh li pey xwe hiştin

Bi derbasbûna pênc mehan li ser serhildana gelê Îranê; Koma “Ciwanên Taxên Tehranê” bang li îraniyan kir ku ji 1 heya 10’ê sibatê her şev bi dirûşmên li dijî rejîma Îranê dakevin kolanan.

Wekî tê zanîn ew maweya 10 rojan wekî sembola bidawîanîna li desthilata Şah û destpêka desthilata rejîma Îranê tê zanîn. Lê li gorî gelên Îranê ew deh roj wekî 10 salên ku destpêka serdema êş û jan û gemarê bo îraniyan bi bîr tîne.

“Deh salên berbangê” li Îranê sembola deh rojên ku hatina Ruhulah Xumeynî bo Îranê û hilweşîna desthilata Şah di sala 1979’an de tê binavkirin.

Di belavokên ku ciwanan li Tehranê belav kirine de ji gelê Îranê tê xwestin ku her şev saet di 21:00 de li kolan, banî, pace û her devereke din sirûda “Bi xwîna hevrêyên xwe sond dixwim, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” berz bikin.

“Ciwanên taxên Tehranê” ji bo berdewamiya serhildana gelan  gotin ku ev serhildan ketiye qonaxeke nû. Qonaxeke ku girîngtirîn taybetiyên wê kûrkirina motîvasyona têkoşînê ye û lêgerîna li rê û rêbazên nû yên xwepêşandanan e.

Koma ciwanan di der barê giringiya berdewamiya serhildanê jî wiha gotin: “Xwepêşandan li kolanan rêbaza herî girîng û sereke ye ku dê di dawiyê de bibe sedema “vekişandina makîneya zulm, kuştin, destavêtin û wêrankirinê ji textê desthilatdariyê”

Ciwanan bal kişandin ser wê yekê ku di van “mehên bi bûyer” de qîrînên “Bimre dîktator” û “Mirin bo Xamineyî” ji ser ban û pencereyên xaniyan, di tariya şevê de, li gelek taxên Tehranê û seranserê Îranê deng vedan.

Di dawiya vê bangê de bang li hemû welatiyan hate kirin ku ji bilî dirûşmên asayî yên di van şev û roj de, silogana azadî û şoreşê berz bikin û diruşma girîng “Bi xwîna hevrêyên xwe sond dixwim, em ê li ber xwe bidin” dubare bikin. heta dawiyê, ji ber ku ev dirûşm “Dê zordaran bitirsîne û hêviya azadiyê di dilê bi hezaran girtiyên di zindanan de bihêle.”

Şeva borî anku 31’ê sibatê, xwepêşandêrên bajarê Kerecê û navçe û taxên cuda yên Tehranê wek Bonak, Narmak, Jitkar, Amaniya, Aqdiya, Şehran, Şehr Zîba, Bagerî û Bax Faiz daketin kolanan û sloganên dijî rejîmê avêtin.

Nerazîbûnên rojhilatê Kurdistanê

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê doh bi şev ji bo protestokirina girtina 2 melayên kurd ji alî hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve, dest bi xwepêşandanên girseyî hate kirin.

Ev her du melayên kurd wekî gelek mela û alimên din ên sunî di axaftin û xutbeyên xwe de piştgiriyê didin xwepêşandanên ku li seranserê welat belav bûne.

Hêjayî gotinê ye ku  “Îbrahîm Kerîmî Nanleh, melayê Mizgefta Nanle li Sine û Lokman Emînî, melayê Mizgefta Çar Yernebî ya Sine ye, di çar mehên borî de piştgirî dane mafên xwepêşandêran û çewisandina xwepêşandêran ji alî saziyên ewlehiyê ve, bi axaftin û weşandina daxuyaniyan şermezar kirine.”