6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îmrali ji girtîgehê wêdetir e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

"Îmrali ne tenê weke girtîgehekê ye, ev der navenda modernîteya kapîtalîst e ku di şexsê min de li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê êrîşên mezin tên dîzaynkirin.”

Komploya navneteweyî di îlona 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê bi dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete qonaxeke nû. Ji wê demê ve hêzên komploger di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd êrîş û komploya xwe didomînin.

Her çiqas dewleta tirk, dîlketina Abdullah Ocalan weke serketina xwe nîşan da jî aşkera bû ku komplo bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat. Jixwe piştî komployê Abdullah Ocalan bi riya parêzerên xwe, hêzên di operasyonê de cih girtine aşkera kir. Abdullah Ocalan wiha behsa wê pêvajoyê dikir:

“Operasyon ji destpêkê ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat birêvebirin. Piştî ji Sûriyeyê derketim, însiyatîf ket destê NATO’yê û ya rast, çûna min a Yewnanistanê jî, di bin kontrola hêzên NATO’yê de pêk hat.”

Serokwezîrê berê yê tirk Bulent Ecevît, di 2005’an de rola Amerîkayê ya di komployê de îtîraf kir û got:

“Bê Amerîkayê girtina Ocalan ne mimkûn bû. Amerîka Ocalan radestî me kir lê sedema wê çi ye, ez nizanim.”

Di nava salên borî de berdevkekî Wezereta Karên Derve ya Îsraîlê û rayedarên Yewnanistanê jî rola xwe ya di komployê de îtîraf kirin. Hêzên komploger, bi radestkirina Abdullah Ocalan, xwestin wî ji tevgera kurd veqetînin û bi tenê bihêlin. Bi vê re dawî li têkoşîna wî ya azadiyê bînin. Li hemberî vê yekê Abdullah Ocalan, bi tedbîrên berfireh, pêşiya tasfiyeyê girt, komplo jî pûç kir, tevgera azadiyê bi hêztir û mezintir kir.

Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Demokratîk ve” de pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê piralî radixe pêş çavan. Sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne û dibêje;

“Îmrali ne tenê weke girtîgehekê ye, ev der navenda modernîteya kapîtalîst e ku di şexsê min de li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê êrîşên mezin tên dîzaynkirin.”

Hêzên ku Rêber Apo dîl girtin û xwestin li girava Îmraliyê wî bi tenê bihêlin, îro bi gotina Rêber Apo, li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’yemîn dimeşînin. Di bingeha vî şerî de jî dîsa qirkirina kurdan heye.

Li hemberî netewe-dewleta li ser senteza tirk-îslamê, bi tenê kurd man. Ev şerê sed salî ye ku li dijî kurd tê meşandin polîtîkaya dewleta tirk a asîmîlasyon û qirkirinê ye.

Dagirkeriya li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Rojava, planên dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê jî vê bingehê tê pêşxistin. Bi vî awayî tê xwestin ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd bê bandor bikin.

Divê bê zanîn ku tifaqa AKP û MHP û avrasyayiyan li ser esasê domandina komployê û meşandina polîtîkaya tecrîdê çêbûye. Tekane tiştê ku van tîne cem hev qirkirina kurdan e. Lewma îro di şexsê Abdullah Ocalan de wisa bi çavsoriyeke mezin êrişî nirxên gelê kurd dikin. Naxwazin kurd azad bibin û li Rojhilata Navîn û Tirkiyê jî demokrasî pêk were.

Tê dîtin ku îro ne gelê kurd tenê li gelek welatên cuda kesayetên naskirî, parêzer, rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen û hwd gelek kes bi armanca dawî li vê tecrîda derqanûnî bê anîn di nava têkoşîneke biwate de ne.

Wisa diyar e ku wê di sala 2023’yan de bi metodên afirîner têkoşîna li dijî pergala tecrîda li Îmraliyê hîn bêhtir bê mezinkirin. Em ji bîr nekin ku Abdullah Ocalan bi afirandina şoreşa herî biwate û mezin a zîhniyet û wijdanê ve bersiv da komplogeran.

Divê bê zanîn têkoşîna li dijî komplo û pergala tecrîdê ya li îmraliyê, têkoşîna li dijî înkara îradeya gelê kurd e. Pergala ku bi tu awayî hebûna gelê kurd qebûl nake û înkar dike dixwaze komployê bibe serî. Lewma divê her kesê ku ku xwedî wijdan li dijî vê pergala qirkirinê xwedî helwest be.