spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema zêdebûna êrîşên li dijî Îranê

Israîl û Amerîkayê êrîşên xwe yên nepenî yên leşkerî li dijî armancên Îranê li hundir û derve zêde kirin. Derbeya li dijî avahiyên leşkerî li Esfehanê û hedefgirtina karwanekê li ser sînorê Sûriyeyê-Iraqê parçeyek ji vê pêngavê ne.

Di vê dawiyê de Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşên xwe yên nepenî yên leşkerî li dijî armancên Îranê li hundir û derve zêde kirin. Derbeya li dijî avahiyên leşkerî li Esfehanê û hedefgirtina karwanekê li ser sînorê Sûriyeyê-Iraqê parçeyek ji vê pêngavê ne.

Pisporan da zanîn ku armanc ji van êrîşên Amerîkî-Îsraîlê ew e ku Îran neba dewleteke nukleerî. Her wiha Îranê bi bîr bixe ku Washington û Til Avîv dê hemû rê û rêbazan ji derveyî dîplomasiyê bikar bîne. Ew jî ger Tehranê dan û standinên bi hêzên rojavayî re têkildarî zindîkirina peymana 2015’an de rawestandin.

Li gorî analîzan, ev êrîş di demeke pir hestiyar de pêk hatin. Ji ber dan û standinên nukleerî yên Îranê ketin deriyekî girtî. Îran jî ji binpêkirina nukleerî ji her demê zêdetir nêz e. Îsraîlê jî bi serkêşiya Benjamin Netanyahu hikumeteke nû bi rê ve dibe û bi awayekî aşkera daxuyandibû ku ew ê hemû keda xwe ji bo rê li pêş Îranê bigire ku mayîna nukleerî bi dest nexe, tê bikoşe. Her wiha xwepêşandanên li Îranê zêde bûn û dibe ku bersivê bide derveyî sînorê xwe.

Serokê Navenda Mîsan a Lêkolînên Erebî û Îranî Mihemed El Mezhecî ji ajansa ANHA’yê re axivî û wiha got: “Derbeyên li dijî avahiyên leşkerî yên li Esfehanê peyameke dijberên hevkariya Tehran û Rûsyayê ya di şerê li Ukraynayê de ye. Bi vê peyamê tê xwestin ku Tehran hevkariya xwe bi Rûsyayê re, rawestîne. Bi taybetî piştî girêbesta danûstandina dawî ya di navbera her du aliyan de bi nirxa zêdetirî 50 milyon ton ji kel û pelan. Wê yekê YE’yê di serî de Almanya aciz kir, her wiha rêveberiya Biden jî aciz kir.  Her wiha aliyên îstîxbaratî bi hev re koordîne kir û ev derbe li hundirê Îranê bi alîkariya endamên îranî pêk anî.”

Du êrîş bi hev re bi rêya balafirên bêmirov li dijî depoyekê li Esfehanê şeva şemiyê pêk hatin û derbe li erebeyên li ser sînorê Sûriyeyê-Iraqê jî hatin dayîn. Ew yek di demekê de wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken 3 rojan serdana Misir û Îsraîlê kiribû. Ew yek jî piştî serdana nepenî ya gerînendeyê CIA William Burns ji Îsraîlê re pêk hat. Her wiha hemwextî bidawîbûna tetbîqatên leşkerî yên hevbeş ên DYA’yê û Îsraîlê jî bûn. Di wan tetbîqatan de 6 hezar û 400 leşkerên amerîkî û zêdetirî hezar û 500 leşkerên Îsraîlê û zêdetirî 140 balafir û 12 keştiyên deryayî beşdar bûn.

Li ser hemwextbûna van bûyeran El Mezhecî wiha domand: “Têkiliyekeî îstîxbaratî di navbera Îsraîl-Amerîka de heye, bi taybet piştî di vê dawiyê de axaftina li ser nêzbûna ragihandina Tehranê ku li gel wê bombeya atomê heye. Li gel Îranê uranium heye û dikare 3 seriyên nukleerî lec bike. Tenê moşekên ku bikare van seriyên bi rûberên dûr rake, kêm e.”

El Mezhecî wiha pê de çû: “Têkildarî tetbîqatên leşkerî yên hevbeş di navbera Washington û Til Avivê de ew mijareke cuda ye. Têkiliya tetbîqatan bi damezrandina koalîsyoneke leşkerî bi dewletên Erebî re heye (NATO Erebî), têkiliya wê ne li dijî gefên li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê ne û bi temamî ji bo Îranê ne. Di serê wan gefan de jî Çîn e. Çarçoveya van tetbîqatan ji Îranê pirî firehtir e û di nava xwe de sîstemeke herêmî û guhartinên jeostratejîk ên li herêmê dihewînin û dê hevsengiyên wê li dijî Çînê bin.”

Ev hemû bûyer, hemwextî rawestandina dan û standinên dosyaya nukleerî ya Îranê, tawanbariyên dualî yên Îranê û hêzên rojavayî li ser rawestandina van dan û standinan pêk tên.

Dosyaya nukleerî ya Îranê bandor li ser siyaseta hundirîn a Îsraîlê û DYA’yê dike. Ev dosyaya li gel Washingtonê metirsiyekê çêdike. Li kêlek wê jî hikumetên berê yên Îsraîlê kedên mezin ji bo astengkirina çi lihevkirineke nukleerî dan.

Helwesta Îsraîlê bandor li biryara serokê berê yê Amerîka Donald Trump kir ku di Gulana 2018’an de ji peymanê vekişe û ji nû ve cezayan ferz bike. Her wiha bandor rêveberiya Biden jî kir û got ew dan û standin mirî ne.

Îran girîngiyê nade peymanê

Serokê Navenda Mîsan a Lêkolînên Erebî û Îranî Mihemed El Mezhecî “lihevkirina nukleerî bi mirinê wesif kir” û wiha got: “Îran jî girîngiyê nade vê yekê. Ji ber ku tu qezecan ji vê lihevkirinê bi dest naxe. Ew li lihevkirinên sêalî û dualî bi dewletên têkildarî nukleerî re digere, mîna bi Rûsya û Çînê re kiriye. Îran hewl dide têkiliyên xwe bi DYA’yê re ava bike, lê dijberiyta saziyên dewletan ji Amerîkayê li pêş vê yekê bend e, bi taybet artêş. Rêveberiya Biden li hember vekirinekê bi Îranê re ruxmî hebûna tîma Obama di nava Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de, aciz e.”

Têkildarî bersivdana Îranê ji van êrîşan re, El Mezhecî tu berisva ji hêla Îranê de li ser van êrîşan bi dûr xist û wiha dawî li gotina xwe anî: “Berê jî bersiv nedan. Ev êrîş, ruxmî prapagandaya mezin, pir sivik e. Derbe ne bi bandor bûn û tu zirarên mezin û birîndarî çênekirin. Ger me bi êrîşên berê yên li dijî Natanzê re hevrû kirin kir pir sivik bûn û Îranê bersivê wê jî neda.”