8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew kî bûn dest li jiyanê gerandin?

Ev “aborîzan”ên bûn cihê bandoreke mezin û şaşiyên wan bûn cihê karesatên mezin, ji her çeşîdî bûn; borsevan, şoreşger, keşîş, berdoş, malmezin… Piraniya wan ji nêza dimirin, lê rabûn dest li xweristiya cîhanê gerandin.

Aborî, diyardeyeke siyasî û civakî ye. Di pêkhatin û hebûna civakê de hêmaneke bingehîn e û yekser bi bûneweriyê ve girêdayî ye. Bi awayekî dîtir, sazûmanî û wateya civakîbûnê di xwe de dihewîne. Ev yek, bi awayekî rasteqîne bê pênasekirin û neyê pênasekirin jî bandoreke mezin li fikr û hizra mirovan dike. Yanî xwedî hêzeke ew qas bibandor e ku dibe cihê guherîn û veguherînên mezin, di sazûmaniya cîhan û jiyanê de.

Ji ber vê di seranserê dîrokê de gelek kesan serê xwe pê re êşandiye. Li ser awayê bizav û tevgera wê hûr bûne. Bi vê lêhûrbûnê û fikra ji vê lêhûrbûnê der çûye, hin kes çi bi zanebûnî çi jî bi nezanî bûne cihê şer û karesatên mezin, bûne sedema çînan, bûne sedema hiyerarşiyeke hov, di nava neteweyan de ku netewe dest biavêjin qirika hev. Û hin kesan jî hewl dane li gorî ruhiyeta wê ya bûnewerî tevbigerin û wateya wê ya heqîqî bidin der.

Ji vê jî xuya ye ku kesên li ser vê hûr bûne û ji wan re tê gotin aborîzan, hay jê hebûne ku ketine nava lêgerîneke çi qasî bargiran û “talûke.” Erê, “talûke,” ji lew re gava teoriya ku bê danîn û pergalên heyî li gor vê teoriyê dirûvekê li xwe bar bikin, bivê nevê divê xwe bidin ber encamên wê. Ji lew re encam, di heman demê de guherîn û veguherîn e. Ev guherîn û veguherîn jî di xwe de “darê zorê” dihewîne. “Darê zorê” jî dibe cihê pevçûn û şerên giran, an jî encamên biêş û eziyet.

Ev lêhûrbûn, fikr û hizra van “aborîzan”an, hîmê cîhanê hejandin. Şaşiyên wan jî bûn cihê karesatên mezin. Jixwe John Maynard Keynesê bi “The General Theory of Employment, Interest, and Money” (Teoriya Giştî ya Îstihdam, Faîz û Pere) tê naskirin (ku ev pirtûk yek ji pirtûkên ber serê kapîtalîzmê ye) û di wextê xwe de bi rexneyên xwe yên li kapîtalîzmê, kapîtalîzm xurt kiriye, dibêje, “Gava fikr û hizrên aborîzan û felsefenasên siyasetê rast bin jî û şaş bin jî, pir bihêz in. A rast, piraniya cîhanê bi xwe jî, bi bandora van fikr û hizran tê birêvebirin. Pêkhênerên ku ji wan tirê ji hemû bandorên entelektuelî xalî ne, yanî rayedarên hikumetê bixwe jî, hema bibêje koleyên hin aborîzanên ku êdî ne li jiyanê ne. Cahilên otorîteyê yên ji derve pêjna tiştekî dikin jî, dîwanetiyên xwe ji çixêzên akademîk ên çend sal berê diparzinînin. Gava hêza destkeftiyan, bi fikr û hizra hêdî hêdî jirêderxistinê re tê berawirdkirin, bê guman hêza destkeftiyan pir tê pirolekirin.”

Ev kesên ku bûn cihê bandoreke mezin û şaşiyên wan bûn cihê karesat û bobelatên mezin, ji her çeşîdî bûn; hin ji wan borseger, şoreşger, keşîş, berdoş, malmezin… Piraniya wan nikaribû debara xwe bikin û ji nêza dimirin lê rabûn dest li xweristiya cîhanê gerandin û hin ji wan pergala cîhanê serobino kirin. Hin ji wan doza mafê jinan dikirin, hin ji wan diparastin ku jin di biniya mêran re ne. Hin ji wan ku bi xwe zengîn bûn, doza qirkirina zengînan dikirin. Hin ji wan ku nan tune bû bixwin, doza qirkirina xêrwaziyê dikirin…

Piştî vê girîzgehê, em ê li gor derfet û delîveyên rûpela xwe yeko yeko behsa van kesên ku çi erênî çi neyînî dest li xweristiya jiyanê û cîhanê gerandine û bi vî awayî hindik be jî bi kurmancî wê paşperdeya aboriyê bidin der…