17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Tûlgay ê li ber HDP’ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin

Kenan Tûlgay, diyar kir ku birayê wî Mehmet Tûlgay bi pereyan li ber avahiya HDP'ê dane rûniştandin û da zanîn ku kekên wî Alî û Menaf di 93'yan de tev li PKK'ê bûne û tu eleqeya wan bi HDP'a ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re tuneye.

Ji sala 2019’an ve bi organîsyona AKP’ê û Wezareta Karên Navxweyî ji aliyê polîsan ve komek mirovên ku xizmên wan tev li PKK’ê bûne li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê hatine rûniştandin. Yek ji van kesan ku li ber HDP’ê hatiye rûniştandin Mehmet Tûlgay e. Tûlgay di 10’ê çileyê de ji Edenê anîne ber avahiya HDP’ê.

Derket holê ku Tûlgay ji berê ve bi dewletê re dixebite û bi “niviştan” sextekariyê dike. Birayê Tûlgay Kenan Tûlgay, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku birayên wî Alî û Menaf Tûlgay di sala 1993’yan de bi vîna xwe tev li PKK’ê bûne û got ku malbata wan Mehmet Tûlgay ê li ber HDP’ê hatiye rûniştandin qebûl nake. Kenan Tûlgay, da zanîn ku Mehmet Tûlgay ji salên 90’î ve bi dewletê re dixebite û bi “nivîştan debara xwe dike û tu pirsgirêkeke malbata wan bi HDP’ê re tune ye.

‘Kesekî tarî ye’

Kenan Tûlgay, destnîşan kir ku ji malbata wan tu kes têkiliyê bi Mehmet Tûlgay re danayne û ev tişt got: “Ew tenê bi awayekî biyolojîk birayê me ye. Her kes dizane ku tu têkiliya malbatê pê re tune ye. Tu pêwendiyek me pê re nîne. Tu eleqeya me bi anîna wî ya ber HDP’ê re tune ye. Wî ji sala 89’an ve cerdevantî kiriye, bi JÎTEM’ê re xebitiye, sîxurtî kiriye û ji bo dewletê xebitiye. Malbatê ew red kiriye. Mirovekî paşeroja wî tarî ye. Hê jî heman tiştan dike. Em dixwazin her kes bi vê rastiyê bizanibe. Birayên min Alî û Menaf rêya xwe bijartine û di 93’yan de çûne. Çi eleqeya wan bi HDP’a ku di sala 2012’an de hatiye avakirin re heye?”

Kenan Tûlgay, bi lêv kir ku mala Mehmet Tûlgay li Edenê ye û diya wî ew red kiriye û wiha got: “Beriya ku bavê min bimire, digot ‘înşele li axretê weke kurê min leqayî min neyê.’ Ew bêyî pereyan tu tiştî nake. Bi pereyan ew birine ber HDP’ê. Du birayên min çûne, lê tenê ji bo Alî dixwaze. Nexwe tenê ji bo kesekî pere wergirtine.”

‘Kesek bi heysiyet naçe wir’

Kenan Tûlgay, got ku axaftina Mehmet Tûlgay a li ber HDP’ê cihê şermeke mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ber HDP’ê axiviye. Ew axaftin ne axaftineke bi zanebûnî ye. Çi qas hînî wî kiribin ew qasî diaxive. Li vê erdnîgariyê siyaseteke qirêj tê kirin. Em li ser navê malbata xwe, lêborînê ji gelê kurd dixwazin. Me nedixwest wisa bibe. Kesekî bi heysiyet naçe wir. Kesên zane bi vî awayî xeber nadin. Diyar e ku çi qas pere wergirtibe ew qas axiviye.”