18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo piştgiriya serhildana Îranê kampaniyeke navnetewî

Bi sedan karbidest û sazî,  serok û serokwezîrên berê, xelatgirên Nobelê, rêxistinên navdewletî, çalakvan û berpirsên pilebilind ên nêzîkî 80 welatan, daxwaza hevgirtina hemû welatên cîhanê bi serhildana gelê Îranê yê azadîxwaz re kirin

Bi sedan karbidest û sazî,  serok û serokwezîrên berê, xelatgirên Nobelê, rêxistinên navdewletî, çalakvan û berpirsên pilebilind ên nêzîkî 80 welatan, daxwaza hevgirtina hemû welatên cîhanê bi serhildana gelê Îranê yê azadîxwaz re kirin.

Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku gelê Îranê bi serkêşiya jinan tevî kuştin, îdamkirin, îşkencekirin, destavêtin, destdirêjî û girtina bi hezaran kes ji aliyê rejîmê ve, bi wêrekî û bê çek daketin kolanan.

Navê hin navdarên ku beşdarî vê kampanyayê bûne wiha ye:  Şîrîn Ebadî, Tewakkol Karman, xwediya xelata Nobelê ya yemenî, Ban Ki-moon, Kim Campbell, Joseph Clarke, Stephen Harper, serokwezîrê berê yên Kanadayê, Hevbendiya Mafên Kêmarên Cîhanî, Tora Demokrasiya Asyayê, Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Îranê û gelek kesyet û saziyên din.

Di vê kampanyayê de bangeke wiha ji bo piştgiriyê tê kirin: “Divê hikûmet, rêxistinên sivîl û kesayet bi dengekî bilind piştgiriya xwepêşandêrên Îranê bikin û tundiya rejîmê şermezar bikin. Divê hikûmetên cîhanê rejîmê ceza bikin û bi tedbîrên dîplomatîk, aborî û sembolîk xwepêşandêran bi hêz bikin.”

Her wiha ji bo girtiyên siyasî jî bangeke wiha hate kirin: “Divê qanûnsazên cîhanê kar bikin ku girtiyên siyasî, bi taybetî xwepêşandêrên ku di Îranê de di bin metirsiya darvekirinê de ne, der barê rewşa xwe de agahiyê bidin.”

Beşdarên vê kampanyayê bal kişandin ser vê yekê ku divê hemû berpirsên ku di destwerdan û zext li xwepêşandêran kirine, ji Elî Xamineyî bigire heta serkirdeyên xwecihî yên Basîc, werin cezakirin û rêxistina Pasdarên Îranê jî bikeve lîsteya rêxistinên terorîst.

Di vê kampanyayê de bangek wiha li rayedarên dewletên cîhanê jî hate kirin: “Divê berpirsên payebilind ên hikûmetên demokratîk li cîhanê di civînên fermî û giştî de pêşwaziya rêberên muxalefeta Îranê bikin. Her wiha divê piştgirî ji ragihandina rast a geşedanên li Îranê bi riya radyo, televîzyon û torên civakî û alîkarîkirina torên taybet ên radyo û televîzyonên Îranê yên li derveyî welat zêde bibe.”

Daxuyanî li ser astengkirina rejîma Îranê ya internetê jî daxwaza alîkariyê kiriye û wiha gotiye: “Ji bo rûbirûbûna sansûr, çavdêriya rejîmê, qutbûn û astengkirina Înternetê û her wiha ji bo piştgiriya peywendiyên gelê Îranê, pêwîst e alîkarî û kelûpel ji xwepêşandêrên Îranê re bên pêşkêşkirin.”

Kampaniya cîhanî ya hevgirtina bi serhildana azadiyê ya gelê  Îranê re bal kişandiye ser pêwîstiya piştevaniya bi tevgera kedkarên Îranê û wiha gotiye: “Sendîkayên karker, hikûmet û civaka cîhanî divê ezmûnên xwe di warê parastina mafên xwe û bidestxistina demokrasiyê bi tevgera karker a Îranê re parve bikin.”

Daxuyaniya kampaniya cîhanî ya piştgiriya bi serhildana doza azadiyê ya gelê Îranê re destnîşan dikin ku ew dê bi hemû hêza xwe piştgiriya serhildana gelên Îranê bikin û ji hemû mirovên baş ên cîhanê daxwaz bikin ku bi wan re bibin yek.