4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li herêma Kurdistanê kujerên jinan nayên cezakirin

Endama Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê û parlamentera YNK’ê ya berê Rêzan Şêx Dilêrê diyar kir ku li herêmê polîtîkayên hikumetê yên mêrperest tundiya li ser jinan zêde dike û got: “Mixabin, hikumet bi hişmendiya mêrperest di nava civakê de kar dike û dibe sedema kuştina jinan.

Li Başurê Kurdistanê tundiya li ser jinan û qetilkirina jinan zêde dibe. Ji ber polîtîkayên hikumetê yên li dijî jinan heta niha bi dehan jin hatin qetilkirin. Kiryar bi cezayên herî kêm tên xelatkirin. Li gorî rapora Rêxistina Hevgirtina Hiqûqî ya 2022’yan li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên dawî de 60 jinan întîhar kiriye û 22 jin jî hatine qetilkirin. Ji van 31 jin ji ber tundiya di nava malê de xwe şewitandine. Li dijî tundî û pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin, di sala 2021’î de ji jinên nivîskar, siyasetmedar û ji her qadan pêk tê li Hewlêrê Rêxistina “Em Ji Bo Pêşketina Jinan Hene” bi hevkariya Rêxisitna Norvêçî (NPA) û Meclîsa Bilind a Jinan Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê hatibû avakirin û li dijî her cureyên tundî, neheqî, serkeftî û deskeftiyên jinan civiyan. Li herêmê xebatên Hevpeymaniya Jinan didome.

Endama Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê û Parlementera berê ya partiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan ( YNK) ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr der barê tundiya li herêmê ya li dijî jinan û girîngiya Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê ji nûçegihana Ajansa  Mezopotamya (MA) Zeynep Dûrgûtê re axivî.

Bêyî hevkarî em nikarin hev biparêzin

Rêzan Şêx Dilêrê der barê mijarê de  anî ziman ku li herêmê herî zêde pêwistiya jinan bi yekitiyê heye û wiha behsa girîngiya hevpeymaniyê kir: “Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê sala 2021’ê me ragihand. Ev hevpeyman ji saziyên civaka sivîl ên jinan û jinên çalakvan pêk hatiye. Me pêwîst dît ku li ser asta herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke jinan hebe. Li ser kar û çalakiyên xwe bi xwe biryar bidin, xwe bixwe bi rê ve bibin. Piştevaniya hev bikin. Eger jin hevkariya hev nekin, wê nikaribin mafê xwe yên rewa yên giştî biparêzin û bi dest bixin. Em hemû jî dizanin li herêma Kurdistanê tundî li ser jinan tê kirin, bi taybet tundî li ser jinên ku di nava siyasetê de ne tê kirin. Rêz ji bo wê nayê nîşandan, di nava partî û saziyan de bi qasî pêwîst e cih nagire. Ji bo vê dema mirov lê dinêre hewcehiyek bû ku di çarçoveyeke wiha de kar li ser bixebitin û zêdetir li ser pirsgirêkên heyî nîqaş bikin û çareseriyekê bibînin.”

Hevkariya jin û mêran pêwîst e

Dilêr li ser pêwîstiya hevkariya jin û mêran sekinînî û diyar kir ku ew hewl didin ku li herêmê di her qadên jiyanê de jin û mêr wekhev û hevpar bin û wiha domand: “Heta niha me hinek civîn li dar xistine. Di heyama peyîzê de em li Helebce li hev civiyan. Vê zivistanê jî em li Silêmaniyê li hev civiyan. Em dibînin ku saziyên îslamiya siyasî li ser hemû sazî û karên jinan neyînî bandor kiriye û nexwasim li dijî rêgezxwazî rabûne. Em kar li ser hevsengiya jin û mêran dikin. Divê jin bikaribe cihê xwe di nava siyasetê de bigire, bê ku rastî pirsgirêk û aloziyan bên. Mafê jinan parastî bin. Rêz ji jinan re bê girtin. Dîsa jin bikaribin xwe rêxistin bikin û kêrhatîbûna xwe nîşan bidin. Jin bikaribin bi bîr û hişmendiyeke firehtir xwe zana bikin ku bikaribin xizmetê bikin. “

Kuştina jinan pir bi hêsanî pêk tê

Dilêrê diyar kir ku kuştinan jinan li herêmê êdî bûye weke tiştekî asayî û wiha li axaftina xwe zêde kir, “Li dijî vê tiştê hewce yekdengî ye. Dema em li herêma Kurdistanê qala kuştina jinan bikin, malbat mêrperest e û civakeke mêrserwer e.  Jinan weke milkê mêr dibînin, bi vê hişmendiyê nêzîkî jinan dibin. Hemû jin milkê wan in û çawa bixwazin wisa nêz dibin. Ji ber wê kuştinên jinan hêsan bûye. Li ser kêmkirina kuştinên jinan divê di serî de jin, mêr, civak û hikumet hişyar bin, bibin zana. Divê aliyên siyasî jî der barê vê de kar bikin. Tenê li hêviya Hevpeymaniyê nehêlin û jixwe em endam in û rojane li ser dixebitin. Hemû bername û planên saziyên jinan ji bo vê ye ku dawî li kuştina jinan bînin, dawî li tundiyê bînin. Bi taybet kuştina jinan bi navê ‘şerefê’ pêk tê. Bi vê hevpeymaniyê em dixwazin hişyariyên heyî bi rengê herî baş bigihînin hikumetê, hem aliyên siyasî û hem jî bi hev re bi dengekî bilindtir û yekdengî li dijî bûyerên kuştin û her bûyerekê wiha xwedî helwest bin.”

Hikumet jî mêrperest e

Dilêrê anî ziman ku li herêmê sedemê zêdebûna tundiyê polîtîkayên hikumetê ne û wiha got: “Helbet tesîra siyaseta desthilatê ya li ber tundî û kuştina jinan heye.  Êrişên li ser jinan, sûcdarkirina jinan bi rengekî bêexlaqî qalkirina jinan ev hemû ew siyaset e ku çawa dewletek plan û bernameyekê ji bo hikumetê pêk tîne, ji bo çawa bi rê ve bibe ne. Divê yek ji bernameyên esasî yên hikumetê tundiya dijî jinan kêm bike, be. Yekem kar divê aliyên siyasî ji xwe dest pê bike. Bikaribe li bernameya parlamento û hikumetê, desthilata dadwer û pêkanînê li ser vê yekdeng derxe û helwest ji bo kêmkirina tundiyê nîşan bide. Lê mixabin, piraniya van bi hişmendiya mêrperest li nava civakê kar dikin, bi aqileke paşverû, bi cil û bergek modern lê bi aqil her aqilê berê tevgerin. Ev yek hemû bandor dikin ku kuştina jinan bibe ji rêzê. Kujerên jinan li dadgehê neyên cezakirin. Mixabin dadgeh ceza nadin kujeran. Ev yek jî dibe sedem ku kuştina jinan, kuştin hesantir dibin û nayên cezakirin.”

Divê jin xwedî helwesteke hevpar bin.

Dilêrê da zanîn ku li herêmê hêza jinan a guhertinê heye û ji bo vê jî tiştê pêwîst hevkariya jinan e û got: “Her çi sazî û rêxistin, kesayetên azadîxwaz, kesên xwedî fikir û hişekî yeksan pêk ve hevdeng bin, hevgirtî bin, dikarin gelek guherînan bikin. Eger tundî li saziyekê hate kirin ku karê civakî dike, dixwaze civakê hişyar bike, divê hemû sazî û rêxistin, bi taybet saziyên jinan, piştgiriya wê bikin; ji bo tundî li ser neyê kirin. Divê hevkar bin, weke ku niha me hevpeymaniyek avakiriye ku xwedî girîngî û ciheke taybet e. Em xwedî helwesteke hevpar in. Piştgiriyê didin wan saziyên nava hikumetê ku li dijî tundiyê radibin, weke nimûne; Meclîsa Bilind a Jinan li Parlamentoyê hatiye avakirin. Em piştgiriya vê meclîsê û jinan dikin. Divê em bi hev re alîkar bin û li ber tundiya li ser jinan rabin.”