3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê û MKG’ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir

Polîsan li Îzmîrê 5 rojnameger binçav kirin. DFG'ê û MKG'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û xwest demildest serbest bên berdan.

Di saetên serê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malan de girtin û tevî nûçegîhana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegîhanên MA’yê 5 rojnameger binçav kirin.

Polîsan di saetên serê sibehê de li Îzmîrê bi ser malan de girtin û nûçegîhana JINNEWS’Ê Melîke Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney binçav kirin. Nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû jî binçavkirin. Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat hînbûn. Hat hînbûn rojnameger birine Şaxa TEM’ê ya Çankayayê. Hat hînbûn derbarê rojnamegeran de sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re ya 24 saetan hatiye dayin.

DFG’ê û MKG’ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir,

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) têkildarî binçavkirina nûçegîhanên JINNEWS û MA’ê daxuyanî da û binçavkirina rojnamegeran şermezar kir.

Daxuyaniya DFG û MKG’ê wiha ye:

Li bajarê Îzmîrê vê serê sibê polis avêtin ser malên rojnamevanan û 6 hevalên me yên rojnameger binçavkirin. Nuçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Semra Turan, Dalal Akyuz û Tolga Güney, nuçegihanê JINNEWS’ê Melîke Aydin, nuçegihanê Rojnameya Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkarê çapemeniya DEM Partî’yê Fatma Funda Akbulut piştî hatin binçavkirin tê gotin ku ew birine şaxa TEM’ê.

Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye em nizanin rojnamevan bi çî têne suçdarkirin. Lê belê em vê yekê bi hêsanî dikarin bînin ziman ku hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî rastî muameleyeke wisa hatine. Bi vê operasyona dawî jî tê fêmkirin ku tê xwestin zextên li ser rojnamevanan bê zêdekirin û berdewam bike. Rojnamevanên ku barê ragihandina gel li ser milê wan e tê xwestin ku bêne bêdengkirin. Armanca wan ew e ku kesên heqîqetê diqîrin, dengê xwe bilind dikin, dinivisînin, xêzdikin, dibêjin bê bandor bikin û civakê ber bi taritiyê ve bibin. Lê belê rojnamevanên ku rastiyê dibêjin nikarin bi vê şêwazê bidin rawestandin. Rojnamevanên bi rûmet wê her tim li dûv heqîqetê bin.

Divê bê zanîn ku #RojnamevanîNeSûce! Yên ku sûcdar in ew in, ango yên ku bi şêwazeke bêperwa êrîş dikin. Em dibêjin dev ji vê sûcê berdin û hevalên me demlidest serbest berdin. #JiRojnamevananReAzadî.”