17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Amedê ne

Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê di roja 13’emîn de gihiştin Amedê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku tevî astengiyan jî dê meşa wan bigihije armanca xwe

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi pêşengtiya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 13’emîn de gihiştin hev. Kesên di baskên meşê de cih digirin, li Taxa Palûkeyê gihiştin hev û ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin.

Xelkê Amedê Meşvanên Azadiyê li pêşiya Navenda Kargehan a Ceylanê pêşwazî kirin. Tevî astengiyên polîsan jî welatiyan meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin û gelek caran dirûşên “Bijî berxwedana zindanan” û “Berxwedan jiyan e”, “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” û “Bijî azadî, bimre koledarî” berz kirin.

‘Em ê serî neteqwînin’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir bang li gel kir û wiha got: “Ev meş dê bigihije armanca xwe. Me heta niha tu carî li hemberî zextên we serî netewand û dê netewînin. Hûn ê nekarin bi rêya van polîtîkayên bêzarkirinê rê li ber gelê me bigirin. Em li vir bi hezaran kes in.”

‘Her kolan qada çalakiyê ye’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî wipha got: “Ji bo me her kolana Amedê qada çalakî û meşê ye. Em ê kolan bi kolan bigerin û armanca meşê vebêjin.”

Polîsan bênavber bi anosan gefa destwerdanê li girseya gel kir lê tevî hemû zext û gefan girseyê bibiryardarî, bi çepik û sloganan çalakiya xwe berdewam kir.