28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kemal li pey xwe israra heqîqetê hişt

Mirov bi kujerê xwe re rû bi rû bimîne, mirov wan kujeran bibîne. Tu li nav çavê wî dinêrî, ew li nav çavên te. Lê yê ku çavê xwe direvîne ne tu yî, yê ditirse kujerê te ye. Kemal, ew çend tirsandibû kujerên xwe yê hov, ewqas tirsiyabûn ku nikaribûn li nav çavên wî binerin. Ew bibû kelem li ber çavên wan neyaran, bibû tirs û xof di dilê wan xêrnexwazan de.

Dema mirov behsa çapemeniya azad û têkoşîna di oxira ragihandina heqîqetê bike pêdivî heye ku mirov cangoriyan bi bîr bîne. Ew cangoriyên ku di salên 90’î de bi canê xwe heqîqet diparastin. Ew salên tev ji agir û tije berxwedan bû. Yek ji wan parazvanê heqîqet û rûmetê jî rojnamevan Kemal Kiliç bû. Kemalê ku di oxira pênûsa bi rûmet de canê xwe da, bû fedaiyê welat. Ji bo rastiya binivîse û ragihîne gel bû cangoriyê xaka pîroz. Em ê têkoşîn û serpêhatiya Kemal Kiliç bi we bidin nasîn.

Rojnameger û parêzvanê mafan bû

Kemal Kiliç, di 1963’yan li navçeya Kaniya Xezala ya Rihayê, li gundê Kulunçeyê hatiye dinê. 10 xwişk û bira bûn. Ê herî berbiçav Kemal bû. Ew yekî jîr û zana bû. Di 1990’î de bi rojnameya heftane Yenî Ulkeyê dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî rojnamegeriya azad biryar da derbasî rûpelên rojane bibe. Dema rojnameya Ozgur Gundemê bû nûnerê Rihayê. Parêzvanê mafê mirovan bû. Ew rêveberê Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê bû. Ji ber ku dewleta faşîst zext li ser gel zêde kiribû, dixwest xebatên xwe hê xurtir bimeşîne.

Rojên ji agir

Salên 90’î dijwar bûn. Li tevahiya Kurdistanê tekoşîna azadiyê xurt dibû û şer jî gûr dibû. Li aliyê din zext û zora dewletê jî li ser gel û tevahiya civaka muxalîf girantir dibû. Di rewşek wisa de pêkanîna rojnamegerî helbet ne karekî hêsan bû. Kemal jî bi tevlî hevalên xwe barê giran dabûn ser milê xwe. Tevî zahmetiyan jî rojnamegerên kurd karê ragihandinê didomandin. Êdî şerê qirêj a li hemberî çapemeniya azad dihat birêvebirin. Ji Cengîz Altûn destpê kiribû û her çendeyekê carek rojnamegerek dihat kuştin. Hafiz Akdemîr, Çetîn Abayay, Yahya Orhan, Mûsa Anter…

Huseyîn Denîz qetil kirin

Siya kujeran li bajarê Rihayê jî digeriya. Di tebaxa 92’yan de nivîskar û xebatkarê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz li Serêkaniyê qetil kiribûn. Vê yekê bandorek mezin li ser Kemal kiribû. Lê Kemal xebatên xwe hê xurtir dikir û ji bo kujeran derxe holê, kesên xwedî kiryarên qirêj teşhîr bike dixebitî. Nûnertiya rojnameya Ozgur Gundemê dihat wateya lixwekirina kincên ji agir. Pêwîst bû mirov hem xurt be, hem jî baldar be. Kemal li gundê Kulunçeyê dima. Ji bo xebatên rojnameyê her serê sibê diçû navenda Rihayê û êvaran vedigeriya gund. Ev xeteriyek bû. Lê Kemal dest ji kar berneda. Kemal ji ber karê xwe rastî zexta dewletê dihat. Her roj qerekola cendermeyan a Ugurluyê gazî îfadeyê dikirin. Der barê wî de ji derdor agahî berhev dikirin. “Kemal diçe ku derê, li ku dimîne, çî karî dike” mijara lêpirsîna leşkeran bû. Gelek caran jî dihat tehdîtkirin û dixwestin wî ji karê rojnamegeriyê dûr bixin. Digel ewqas zextan Kemal dev ji karê xwe berneda. Her roj kiryarên qirêj a dewletê radixist ber çavan.

Kemal li devê rê qetil kirin

Êdî hatibû wê astê ku qatilên dest bixwîn xwe li xwe nedigirtin. Di 18’ê sibata 1993’yan de li ser çerxerêya gundê Kulunçeyê yê Rihayê 4 kesên ku ji wesayîta Torosê peya bûn ew qetilkirin. Destpêkê ji xizm û malbatê hinek kes gihîştin ser Kemal ê birîndar. Lê heta gihan ser wî canê xwe dabû. Paşê rêhevalên wî yên rojnamevan hatin. Bedena Kemal ê bêcan rakirin û birin nexweşxaneya Rihayê. Hêzên dewletê dixwestin cenaze demildest bê rakirin lê malbat û rêhevalên wî qebûl nekirin. Rojek piştî bûyerê bi tevlîbûna gel li goristana Abdurrahmandede di dorpêça polîsan de binaxkirin.

Dewletê kujeran parast

Diyar bû; kujerên Kemal hêzên dewletê û kesên di bin kontrola wan de bûn. Lê ji bo ser bûyerê were girtin û kujer diyar nebin her tişt dihat kirin. Digel ku şahidê bûyerê, notirvanê qulubeya li wê deverê jî hebû, rayedarên dewletê û dadê ne dihiştin bûyer zelal bibe.

Yê ku li cihê bûyerê lêkolîn kiribû fermandarê leşkerî Yuzbaşî Cengîz Kargili bû. Du heb kovanê vala hatibû dîtin. Piştî lêkolîna balîstîkê kesek bi navê Huseyîn Guney ê ku wek endamê Hîzbûllahê dihat zanîn hate girtin. Dewletê dixwest tevahiya bûyerê bêxe situyê vî kesî û xwe ji bûyerê pak bike. Piştî ji edaleta Tirkiyeyê encam nehate girtin doz çû ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Dadgeh xwest ku li waliyê wê demê Ziyaeddin Akbulut guhdarî bike lê walî îfade neda. Dadgehê jî bi lîstika dewletê ya nîşandana kujerê bi navê Huseyîn Guney hesiya û delîlan bes nedît. Her wiha Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi sûcê ku “mafê jiyanê hatiye îhlalkirin” û “lêpirsîneke baş nehatiye kirin” Tirkiyeyê ceza kir.

Li dû xwe israra heqîqetê hişt

Kemal Kiliç welatparêzek hêja bû. Ew hem parazvanê mafê mirovan bû û hem jî yek ji pêşengê çapemeniya azad bû. Kemal hezkiriyê welatê xwe bû û dildarê doza azadiyê bû. Ew bi bedena xwe çû lê li pey xwe mîrateyek mezin hişt. Ew bû cangoriyê welatê xwe û bû yek ji sembola “israra heqîqetê.” Çapemeniya azad ku îro jî hê li ser piyaye, bi saya serê Kemal û şehîdên din yên çapemeniyê ye. Careke din divê em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr bînin.