27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarok û telefonên destan

Bi ser de jî gotina diya xwe kiribûn wekî henekekê û digotin; çavê me biêşe, zikê me biêşe, pişta me biêşe, hema ku dera me biêşe, diya me dibêje tev ji ber telefonê ye.

Du zarokên Gulê hebûn. Navê wan Lorîn û Amedo bû.  Herdu wek mişk û pisîkê li ber hev bûn. Tevî ku 3 sal di navbera wan de hebû, ew jî wekî piraniya zarokên di ser hev re nikaribûn bê şer û pevçûn 10 deqeyan li ba hev rûnin. Diya wan dikir û nedikir nikaribû wan hogirî hev bike. Lorîn û Amedo tenê hin kêlîkan ji bo internetê li hev dikirin û çend deqeyan bi hev re li tiştekî mêze dikirin, piştî wê dîsa dibûn tofan û bi ser û guhê hev diketin.

Rebena Gulê dikir û ne dikir wan dersên xwe nedixwendin û ji sibê heta êvarê telefonên destan ji destê wan nediketin.  Çavên wan bi ekranê wan telefonan ve zeliqîbûn. Gulê her roj bi wan re dixeyidî û digot welehî hûnê xwe kor bikin lê wan guh nedida dayika xwe.

Carekê zarokên Gulê Lorîn û Amedo bi hev re planek amade kirin û gotin em ê biçin diya xwe bixapînin. Amedo çû ji diya xwe re got dayê pişta min gelekî diêşe, hîna wî temam nekiribû Lorînê jî got dayê çavên min diêşin. Gulê bi acizî got bi cehna pişta we û çavê wekim, tev ji ber telefonê ye. Mû bi zimanê min ve şîn hatin û hûn her bi ya xwe dikin. Ji sibê heta êvarê telefon di destê we de ye.

Amedo û Lorînê herdu bi hev re keniyan û gotin me ji qestî wiha got, me zanibû tu yê bêjî ji telefonê ye.

Gulê got: “Erê hûn henekê xwe bikin, hûnê paşê poşman bibin lê wê gavê nema poşmanî jî feyde dike. Heke îro çav û pişta we neêşe wê di siberojê de biêşin û wê gavê êdî poşmanî feyde nake.

Her çendî ku zarokên Gulê vê yekê dikin mijara henekan lê bi rastî jî vê internetê, telefonê destan û malperên dijîtal zarok perîşan kirine.  Ciwanên niha çavên wan bi qasî kal û pîrên berê nabîne, hîna zarokên 14-15 salî ne pişta wan wekî ya mirovên navsere xûz bûye.

Ne tenê ciwan zarokên biçûk yên 2-3 salî jî êdî bêyî telefon û lîstikên telefonê nema îdare dikin. Jixwe dê û bav jî li şûna ku çend seatan ji roja xwe bi zarokan re derbas bikin ew li riya herî kin digerin . Ew rê jî ev e telefona xwe didin destê zarokan û wan pê mijûl dikin. Bi rengekî demikî serê xwe ji wan rihet dikin. Lê ew ne di wê ferqê de ne ku dê zirarên mezin ên ku ev telefon bide zarokên wan, sibe serê wan gelekî biêşîne.

Lewre ev pirsgirêk di hemû malan de heye û mixabin tu biçî kîjan malê tu dibînî ku telefona dê û bavan di destê zarokan de ye. Zarok êdî li şûna lîstikê her tiştên xwe bi telefonê dikin.  Li wir dilîzin, bi telefonê re sohbet dikin û telefona wan dibe xwişk û birayê wan. Dibe dê û bavê wan û dibe hevalê wan ê herî nêzîk. Bi wê yekê zarok dûrî hawîrdora xwe dibin û di dunyayeke din de dijîn. Ji jiyana rasteqîn dûr dikevin û di jiyana xeyalî ya dijîtal de dijîn. Mixabin piraniya dê û bavan di vê demê de ji bo serê xwe ji çinvina zarokan û giriyê wan rihet bikin hema telefonên xwe didin destê zarokên xwe û bi wê yekê zirareke mezin li xwe û siberoja zarokên xwe dikin.