4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêvandariya neviyan

Hemkê Hesen

Dê û bav heta ku pîr û kal dibin jî ji derd û kulên zarokên xwe xelas nabin. Dema biçûk in dengê qajeqaja wan xewê li dê û bav diherimîne û di ber kirîna şîr û potikên wan de naghên. Hinekî mezin dibin dê û bav dikevin derdê dibistana wan û kezeba xwe bi wan re reş dikin heta ku xwendina xwe diqedînin. Piştî wê îca zewcandina wan jî barekî ji tevan girantir e. Piştî zewacê jî îca wekî dibêjin bi zorê ji zaroka xwe xelas dibin îca zaroka wan a ku bûye jin tevî 4-5 zarokên xwe her demekê mêvanê mala yadê û yabo ne. Zarokên wan nehsî û bêciriyên kesa nedîtî dikin û dema kalê wan an jî pîra wan hinekî bi wan re bixeyidin, diya zarokan xwe dixeyidîne û dibêje mala bavê min naxwazin em werin mala wan, ji zarokên min aciz in. De were û safî bike..!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê