3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zivistana Rûsyayê

Berf dibare, bayê dijwar nahêle ku berf hema bikeve ser erdê, destpêkê wê çep û rast dibe û tîne, mîna xelekan li jêr û jor dizivirîne û ji nişkave diavêje erdê û dişiqitîne. Serê sibehê hin rêwî bi meş diçin ser kar an jî malên xwe. Bager berfê li rû û rûçikên wan dide. Ji serma û lêdana berfê rû û pozên wan sor bûne. Hilma ku ji dev û pozên wan dertê li wan vedigere û rûyê wan bêtir dicemidîne. Kesên ku simbêl û rih hene qeşa girtine. Hilma wan têrê nake ku wê qeşayê bihelîne. Her ku meş dirêj dibe, qeşa li ser simbêl û rih zêde dibe.

Di serê sala 2022’yan de li vir berf qet nesekinî. Lê kesekî di rê da nema, tu dibistan betal nebû, kar û barê civakê, saziyên dewletê bênavber karê xwe berdewam kirin. Sûk, kolan û kuçe herdem xwêkirî ne, cih bi cih berf di nava kolanên teng de kom bibe jî, lê bi tu awayî li herikandina jiyanê bandor nake. Bajarên bi metro ji bo bêmalan cih û star in, parsek li devê metroyên germ rûdinên ji bo hatin û çûyinê çend kapêkan (quriş) datînin ber wan, da ku ew debara xwe bikin. Serxweş di nav berfê de bêxem, rehet tev digerin, hin caran çep û rast dihejin, car caran dişemitin dikevin. Lê dîsa jî weke ku tiştek nebûye radibin ser xwe, dimeşin, ji germahiya araqê ew cîhana hêyî nabînin û nabihîzin. Bes nêzî Meydana Sor li kuçeya Arbatê yekî rihdirêj, sînga wî nîv vekirî diqîre, gotinên wî di dev de digerin, girêz ji ser lêvên wî tên xwarê, çav sor bûne, diheje lê nakeve erdê. Xwe kom dike, di cihê xwe de disekine. Li der û dor temaşe dike; wek ku li ser dika şanoyê bang dike: Ukraynî, ukraynî… birayên me ne, em yek gel in, Îngilizan wekî di sala 1917’an da bi her awayî êrîşî şoreşa me kir. Niha jî dixwazin dîrokê li me dubare bikin. Me wê demê ew bi bin xistin, em ê dîsa wan bi bin bixin. Gotinên xwe dirêj dike, caran diheje û li derdorê kesên wek wî kom dibin û diqîrin. Ji hev re gotinan dibêjin, her ku diçe rewş aloz dibe, ya baş mirov ji wê derê dûr bikeve.

Li bakurê welat seqem e, li başûr baran û şilope ye. Rojava û rojhilat geh bi mij, geh bi serma ye. Îro li rojavayê welat serbaz bi destên qerimî di erdê de sengeran dikolin. Gel nan û qût di quncikên malê de vedişêrin. Li bajaran şanoya polîtîk dimeşe, didin distînin, gotinan ji devê hev dibin, wek bayê ku berfê ji ser rûyê erdê digire û ber bi ciheke din ve dişiqitîne. Kedxwarên cîhanî di nava dek û dolaban de fêlbaziyan dikin da ku berfa spî bi xwînê bihelînin, ji bo piştre behra wan bi ava xwînê bê dagirtin.

Niha herkes weke ku derketiye li ser qeşayê xwe dişiqitîne, li dorê dizvire, paş û pêş diçe, xwaromaro dibe, rast dibe, rasterast diçe, vedigere. Awirên çavên wan nayên xwendin, rûyên wan herdem bi ken in, lê durû ne. Wijdana wan cemidiye. Ukrayna kirine dika qeşayê, lê di rastiyê de ji bo mêtingeran her cihê cîhanê dika şer e. Li ser axa Ukrayînayê xwe dişiqitînin, di germahiya deştên Nînova, deşta Ereban û mêrgên Mezopotamyayê de bi navê mafê mirovan, bi navê Xwedê bablekanê direqisin. Li welatên oldar, li cihê ku Xweda êdî bêpergal e ji bo rizgarbûna ji Nemrûdê serdema xwîn diherike, lê xwebûn nebe, pêşeng nebe xilasî nabe. Ma Îbrahîm xwe di nava agir de neşewitand da ku mirovahiyê ji Xwedayê ser erdê rizgar bike, kevirên bêruh û qesra Nemrûd mor bike?

Mirovahî seqema serdemê dijî, mêtingeriya cîhanê hişmendî cemidandiye, bîrewarî hêç û pûç kiriye, pêşeroja cîhana torên vîrtûal xewn û xeyalên ne diyar in. Şer? Li ku derê? Li ku? Ma cihê bêşer heye? Ma kî di nava şer de nîne? Êdî komkujiya komalgehê, nifşkujiya civakan, şer li her derê û li dijî her kesî ye.

Berf, bager, seqem, ber bi baharê vediguhere şilope û teyroka, piştre jî hulm dikeve ser axê, berfîn, nêrgiz û beybûn li dû hev serî hildidin, rawir dizên, çêjikên nû li mêrgan dibezin. Li rex hemû tiştî jiyan didome, mirovahî di demsalên şerê sar û germ de gelek xwîn dît, kî nehat û kî neçû… Êdî dema çûna Fîrewûnên serdemê ye. Serdema ku ji xwînê têr dibe, li hemberî wan çawa ku çemên Firat, Dîjle, Volga û Nîl diherikin, têkoşîna gelan, wijdana gelan heye. Ji ber vê mirovahî didome û naqede.
Dema biharê tê berf cihê xwe ji baranê re dihêle!