3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li gorî zagonan parêzer dikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome. Di 11 mehên dawî de malbat û parêzer bi tu awayî agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin. Parêzerên Ocalan ji bo agahiyê ji Ocalan bigirin serî li 28 baroyan dan. Yek ji baroyên ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li wan dan jî Baroya Şirnexê bû.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, têkildarî serlêdana Buroya Huqûqê ya Sedsalê nirxandin kir. Prz. Dîlsîz, anî ziman ku Baroya Şirnexê têkildarî pirsgirêkên hiquqî û binpêkirina mafan ên kes û komên ku ji ber otorîterên neteweyî û navneteweyî rû bi rû dimînin, lêkolîn dike û wiha got: “Armanc dike ku “Azadî û mafê mirovan” pêş bixe. Hemû rê û rêbazên lêgerîna mafan ên neteweyî û navneteweyî bi awayekî herî çalak bikar tîne. Li dijî hemû cudakarî û binpêkirina mafan têdikoşe. Li dijî binpêkirina mafan xebatê dike û têdikoşe.”

Dîlsîz, diyar kir ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 24’ê Mijdara 2021’an de, serî li Baroya Şirnexê dan û wiha got: “Ji ber ku demek dirêj e hevdîtina bi muvekkilê wan re tê astengkirin, ji ber ku mafê telefonê û mafê ragihandinê yê malbatê hatiye astengkirin; xwestin têkildarî jiyana muwekilê wan tespît û nirxandin bê kirin û ji bo vê yekê xwestin em têkevin nava hewldanan.”

Prz. Dîlsîz, bal kişand ser xala Yekemîn a Rêgezên Girtîgehên Ewropayê û ev agahî dan: “Di rêgeza yekemîn a Girtîgehên Ewropayê de dibêje ‘Hemû kesên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin, divê li gorî mafên mirovan nêzîkatiyek bi hurmet bê nîşandan.’ Di belgeyên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî yên “Hemû kesên ku bi şiklekî hat girtin û cezakirin, divê hemû mafên wî yên girtîgehê bê parastin”, “Rêgezên herî kêm ên Standart ên der barê Muameleyên Girtiyan de” û “Rêgezên Bingehîn ên Muameleyên der barê Mahpusan de divê “Li gorî mafên mirovan” nêzî girtiyan bibin.

Serokê Baroya Şirnexê Prz. Dîlsiz, anî ziman ku di fikra yekem a Xala 60’emîn a Rêgezên Herî kêm ên Standart de wiha dibêje: “Rejîma ku sazî pêk tîne, bêyî ku berpirsiyariya girtiyan kêm bike an jî hurmeta li dijî rumeta mirov kêm bike, hewl dide ku cudahiya di nava jiyana girtîgehê û jiyana azad de nêzî hev bike.”

Dîlsiz, bal kişand ser Zagona Înfaza Tedbirên Ewlehî û Ceza yên li Girtîgehê Tirktiyeyê û wiha berdewam kir: “Di xala 2’emîn a Zagona Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza (CGTİHK) de dibêje “Di înfazên tedbîrên ewlehî û ceza de divê li dijî mirovahiyê û zalimane tev negerin. Divê rûmeta mirovan neyê şikandin.”

Dîlsîz, destnîşan kir ku her kes li pêş hiqûqê wekhev e û wiha dirêj kir: “Divê li pêş hiqûqê cudahiya kesan neyê kirin. Divê mafê hemû kesan wekî hev bê parastin. Hiqûq hemû rengên cudakariyê qedexe dike. Divê bêyî ku cudahiyê têxe nava ziman, nijad, reng, bawerî, zayend, fikr û siyasetê û bêyî li civak û kokê binere hemû kesan wekî hev biparêze. “

Prz. Dîlsîz, destnîşan kir ku li gorî xala 59/1 a Zagona Înfazê (CGTÎHK) ya Hejmar 5275’an, girtî, li gorî karê parêzer dikare bêyî wekaletnameyê bide parêzer heta 3 caran dikare bi parêzeran re hevdîtin bike. Li gorî xala 59/2’an a hejmar 5275’an  parêzer dikare bi muwekilê xwe re hevdîtin bike.

Li gori xala 20’an ji bo parêzer serdana girtiyan bike, tenê nasnameya xwe nîşan bide, ji xeynî rojên betlanê di nava saetên xebatê de dikare hevdîtinan bike. Lê ji ber ewlehiyê dikare li cihekî vekirî hevdîtin bike.

Li gorî xala 36’an a Destûra Bingehî, her kes bi rêyên rewa dikare li pêş dadgehê xwe biparêze. Her kes xwedî maf e ku li gorî edaletê bê darizandin.”

Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz, bal kişand ser xala 6/3-c a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û ev agahî parve kir: “Kesên der barê wan de sûcek bê îdeakirin, dikare li gorî daxwaza xwe parêzeran hilbijêre. Dikare alîkariya hiqûqî ji wan bixwaze. Li gorî pêwistiya darizandina bi edalet, girtî ji bo ji hiqûqê sûdê bigire, dikare bi parêzerên xwe re bişêwire. Ji bo vê yekê divê mafê hevdîtina parêzer bê dayîn.

Girtî ji bo mafê xwe biparêze, dikare li gorî hiqûqê parêzerê ku hilbijartiye bibîne. Dikare bêyî dereng bimîne bi parêzer re hevdîtin bike û bê sansur bi awayekî veşarî bi parêzerê xwe re hevdîtin bike. Divê dema pêwist bê veqetandin. Girtî ji bo karibe bi bandor sûdê ji hiqûqê bigire, divê teqez hevdîtina girtî û parêzer pêk bê.”

Serokê Baroyê Dîlsîz, dîsa bal kişand ser xala 66/1’an û wiha berdewam kir: “Li gorî vê xalê girtiyên li girtîgehên girtî dikare bi telefonan bi derve re biaxive.

Li gorî xala 83/1’an girtî bi şertê bi belge bike, dikare bi hevjîn û kesên xîzmê sêyemîn re hevdîtinê bike. Herî zêde dikare bi 3 kesên derve xizmên xwe re hevdîtin bike. Disa her carê dikare di navbera niv saet û saetekê de hevdîtinê bike.

Li gorî xala 85/1’an a heman hejmarê, sazî, lijne hem tekakesî û hem jî wekî heyet dikare bi saziya înfazê û girtiyan re hevdîtin bike. Ji bo vê yekê divê destûrê ji Wezareta Dadê bixwaze. Ji bo kesên lêkolîna zanistî dike û xebatkarên çapemeniyê jî ev xal derbasdar e.

Li gorî van agahiyên zagonî, parêzer dikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin. Hem di aliyê zagonên neteweyî de û hem jî di aliyê navdewleti de ji bo parêzer bi wekilê xwe re hevdîtin bikin tu astengî tune ye. Astengiyên li pêş hevdîtinê di qada neteweyî û navdewletî de li dijî hiqûq û zagonan e. Di vê mijarê de mixabin hemû serdanên li Wezareta Dadê hatine kirin hemû bê bersîv û bê encam mane. Mixabin tevger û helwesta li dijî hiqûqê hêj didome. “

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê