1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

An ez an ne tu kes

Ji damezrandina PDK’ê û heta roja îro, ev partî bi armanca mayîna li ser desthilatdariyê çi ji destên wê dike. Bi taybetî jî ji bo berjewendiyên dewleta tirk û Amerîkayê tev digere. Siyaseta xwe li ser tasfiyekirina tevgerên kurd avakiriye. Her wiha helwesta wê ya di diyarkirina serokomariya Iraqê de bi awayekî aşkera derket holê.
Piştî rûxandina rejîma Irqaê, serokê Amerîka George W. Bush di 6’ê gulana 2003’yan de, ji bo jinûve avakirina Iraqê li şûna generalê xanenişînbûyî Jay Garner, Paul Bremer wekî serokê Îdareya Sivîl destnîşan kiribû. Ji bilî jinavbirina artêşa Iraqê di dema mayîna wê li Iraqê de, rêveberiya sivîl li Iraqê jî ji bilî dabînkirina mafên kêmîneyên din li Iraqê di navbera kurd, sunî û şiî de dabeş kir. Li gorî destûra Bremer, serokomariya Iraqê dê bibe para Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê.

Piştî hilbijartinên Iraqê di yekemîn civîna parlamentoya Iraqê de deriyê namzediyê ji bo serokomariyê hat vekirin. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, serokomarî ji para YNK’ê ye. Ligel vê yekê jî PDK bi israr hewl dide ku mafê YNK’ê desteser bike. Ji bo vê jî bi piştgiriya Tirkiyeyê Hoşyar Zêbarî wekî namzed diyar kir. Ji ber ku Zêbarî berê ji ber tawana gendeliya darayî ji wezaretiyê hatibû avêtin, namzediya wî nehate qebûlkirin. Dadgeha Federal a Iraqê namzediya wî rawestand. Dadgeha Bilind biryar da ku Zêbarî ji mafê namzediyê bêderxistin.

Piştî rojekê ji biryara Dadgeha Federal, PDK’ê Rêber Ehmed, Wezîrê Navxweyî yê niha yê Herêma Kurdistanê wek namzed destnîşan da û ew jî bi dosyayên wek gendelî û xerakirina diravê tê tawanbarkirin. Ev rijbûna PDK’ê li ser vê wezîfê bû cihê nerazîbûna YNK’ê û ji ber we polîtburoya YNK’ê biryar da ku endamê wan ji medyaya PDK’ê re neaxive.
Ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera YNK û PDK’ê de, Bafel Talebanî û Mesûd Barzanî li Hewlêrê civînek li dar xistin. Di vê civînê de Barzanî daxwaz kiriye ku YNK dest ji serokomariyê berde û li hemberî rêkeftinên wezîran ên ku YNK’ê di hikûmeta federal de bidest bixe. Ev yek ji aliyê YNK’ê ve hat redkirin û piştî wê jî Bafel Talebanî vegeriya Bexdayê û ligel hêzên şiî (çarçoveya Hemahengiyê- Elîtar el Tensîqî) civîn pêk anî.
Em vegerin ser danûstandinên şandeya kurdistanî li Bexdayê ku îro em dibînin ku PDK ligel aliyên siyasî yên Iraqê, bi taybetî ligel Tevgera Sedr û Hevpeymaniya Serwerî (sunî) re hevdîtinan dike, ji ber ku wan hersêyan ji bo avakirina hikûmeta Iraqê di heyama bê de hevpeymanek di nav xwe de pêk anîne. Lê gelek çavdêr di wê baweriyê de ne ku her hikûmetek ku bi lihevkirina di navbera Tevgera Sedr û Barzanî û Hevpeymaniya Serweriyê de pêk were, dê temenê wê ji sê-şeş mehan zêdetir nebe.

Eger em vegerin dîroka PDK’ê di tasfiyekirina tevgerên kurdî de ku di rêjiya dîrokê de û heta îro, PDK’ê bi armanca parastina textê xwe tevgerên kurd û hemû dijberên xwe tasfiye kiriye. Ev 30 sal in terka serokatiya herêmê nekiriye. Dema em çend bûyerên dîrokî yên PDK’ê rêz bikin, em dibînin ku çawa di sala 1972’yan de piştî 12 kadroyên Partiya Komunîst a Iraqê, hin rêberên nava partiya xwe de û parçeyên din ên Kurdistanê tasfiye kirin. Dema wan kurseke siyasî li Yekitiya Sovyetê qedandiye û di dema vegera wan bi rêya Sûriyeyê bo Iraqê û ketine herêma Behdînanê Îsa Suwar berpirsê leşkerî yê PDK’ê li wê herêmê ew girtin û ew hemû tasfiye kirin. Piştî mirina Bav Barzanî bi fermana Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Şêx Mihemed Hersîn hate revandin û tasfiye kirin. Her wiha bi sedan nav hene ku bi destê wan hatine tasfiyekirin.

PDK ne tenê dijberên xwe yên di nava partiya xwe de tasfiyekirin, lê rojhilatê Kurdistanê nerazî bû, dema ku komek şoreşgerên kurd li dijî rejîma Şahê Îranê, Silêman Muînî, Mele Ehmed Şelmeçî, Îsmaîl Şerîfzade, Mihemed Emîn Siracî, Qadir Şerîf, Xelîl Şewbeş û Ebdullah Îshaq tevî gelek hevalên xwe yên di salên 1967 û 1968’an de Komîteya Şoreşê organîze û ava kirin. Û çalakiya koma şoreşger li rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê xistiye nav alozî û qeyranan. Ev rejîma ku peywendiyên wê yên kevn û nêzîk bi partiyê re hebû û ji bo rêgirtina têkoşîna şoreşgerên rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê ji partiyê xwest ku hemû şoreşgeran bikuje. Li ser vê esasê jî partî bi alîgirên xwe re dest bi dijpropaganda û reşkirina koma şoreşgeran kir. Çekdarên parttiyê li herêmeke nêzî Sîtikê ya girêdayî Silêmaniyê kemînek danî pêşiya şoreşgeran û rêveber Silêman Muînî û Xelîl Şewbeş binçav kirin. Li ber çavên Muînî hevrêyê wî Xelîl Şewbeş gulebaran kirin.

Piştî vê jî Muînî şandin zindana bi navê serkirdayetiya şoreşê ya wê demê. Di wê demê de ev der di bin çavdêriya Barzanî de bû. Rastî gelek heqaretên mezin li ser destê Barzaniyê bav hat û hewldan ku ew xwe teslîm bike û bike alîkarê xwe, lê tevî hemû hewldanan, “Muînî” wêrek bû û li beramberî wan li ber xwe da. Piştî têkbirina hemû hewldanên wan û di 15’ê gulana 1968’an de partî bi fermana Barzanî, “Muînî” bi gulebaranê îdam kir, termê wî radestî berpirsê saziya îstixbarat û ewlekariya neteweyî ya rejîma Îranê General Beyatî ku bi navê “Sawak” bû, kir. PDK, gelek serkirde, çekdar û şoreşgerên rojhilatê Kurdistanê ku hejmara wan zêdetirî 70 şoreşgeran bû dan kuştin.

Xiyaneta PDK’ê tenê bi vê radeyê bidawî nebû, gihîşt şoreşgerên kurd ên bakurê Kurdistanê jî wek Seîd Alçî, Dr. Şivan û gelek kesayetên kurd ên din jî. Îro jî em dibînin partî heman siyasetê beramberî opozisyona hundirîn dike, bi armanca mayîna li ser text û xizmetkirina ajandayên derve tev digere. Dema ku em bala xwe didin xebatên wan û yên partiyên din ên kurd li başûrê Kurdistanê, em dibînin ku polîtîkayên tasfiyekirinê ji aliyê dezgeha îstixbarata partiyê ve bi tevahî pûç bûne. Bi sedan siyasetmedarên dijberî siyaseta wan derketine di zindanan de ne, bi taybetî çalakvanên Behdînan hatine girtin.

PDK bi riya tifaqên xwe yên bi dijminên kurdan re, bi taybetî jî bi dewleta tirk re, bi hemû hêza xwe hewl dide tevger û pêşengên gelê kurd tesfiye bike. Di aliyekî de hewl dide tirkan razî bike û di aliyê din de jî projeyên Amerîka li herêmê bi cih bîne. Heta niha jî nakokiyên di navbera YNK’ê û PDK’ê de berdewam in, derbarê helwesta serokomariya Iraqê û nakokiyên din her ku diçe dijwartir û zêdetir dibe.