3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diziya PDK’ê hat belgekirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Iraqa bi salan e di nava aloziya si­yasî de ye, li ser nerazîbûna gel di cotmeha 2021’ê de hilbijartina giştî ya pêşwext çêbû. Encama hilbijartinê krîza li welêt kûrtir kir.

Tabloya siyasî ya ku piştî hilbijar­tinê derket holê û nîşan da ku Iraq dê hîn bi krîzên mezintir re rû bi rû bimîne. Parla­mento cara ewilî di 9’ê çileya 2022’yan de li hev civiya. Serokê par­lamentoyê û cîgirê wî hatin hibijartin. Lê ev hilbijartin ji gelek aliyan ve bû mijara nîqaşê. Di encamê de herdu aliyan li hev kirin.

Ji bo hibijartina serokomariyê par­tiyên siyasî namzetên xwe aşkera kirin. Li gor peymanên di navbera YNK û PDK’ê de postê Se­rokomariya Iraqê mafê YNK’ê ye. Tevî lihevkirinê jî PDK bi piştevaniya hin hêzên herêmê ket nava hewlda­nên têkbirina vê peymanê. Xaneda­niya Barzanî ev peyman tune hesiband û ji bo vê xalê malbata Barzanî Hoşyar Zêbarî hat destnîşan­kirin. Lê raboriya kesê ku namzet hatiye destnîşankirin wekî ya PDK’ê qirêj e. Ev jî bû sedem ku namzetiya Zêbarî ji gelek aliyan ve li rastî nerazî­bûnan were.

Dihat payin ku 7’ê sibatê parla­mentoya Iraqê ji bo hilbijartina sero­komariyê li hev bicive. Lê ji ber giliyên hin parlamenteran û nerazîbûnên partiyên siyasî yên der barê Hoşyar Zêbarî de parlamento li hev neciviya. Civîn hat taloqkirin û Dadgeha Fede­ral a Iraqê têkildarî giliyên ji bo Hoş­yar Zêbarî li hev civiya. Di encamê de ji ber gendeliyên ku dema wezîrê darayiyê bû, namzetiya Zê­barî hat betalkirin.

Bêguman ji ber dizî û gendeliyê betalkirina namzetiya Zêbarî ji bo xa­nedaniya malbata Barzanî jî darbeyeke giran e. Li Iraqê cara yekem e ku ji aliyê dadgehê ve diziya PDK’ê tê piş­trastkirin. Biryara dadgehê ya ji bo lê­pirsîna der barê nelirêtiyên PDK’ê ji bo dema pêş girîng e.

Wisa diyar e ku dewleta tirk bi hin grubên şîa û sunî, ji bo postê sero­komariyê hêviyeke mezin daye PDK’ê. PDK bi vê hêviyê ji bo di desthilat­dariya Iraqê de bibe xwedî gotin, xwe li ber vê erkê xweş kir. Lê wek gotina ‘dek û dolabên osmaniyan naqedin’ diyar e ku PDK ketiye xefikeke mezin.

Hêzên herêmî ji bo dewleta tirk bi destê PDK’ê li Iraqê nebe xwedî ban­dor bi Dadgeha Fedaral hin hemle kirin. Di gava ewil de berendam­tiya Hoşyar Zêbarî hat betalkirin, piştre jî peymanên PDK’ê yên der barê fi­rotina petrolê de îmzekirine betal kirin. PDK’ê bi vê korbûna xwe ya si­yasî hemû destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî xistin bin xeteriyeke mezin.

Bêguman mijara firotina petrolê demeke dirêje mîna girêka kor di nav­bera Hewlêr û Bexdayê de didome. Bi taybetî piştî hevdîtina Nêçîr­van Barzanî û Erdogan peymanên tê­kildarî firotina gaza xwezayî ketin ro­jevê. Bi vê re hêrsa Bexdayê ya li dijî peymanên derqanûnî tên kirin zêdetir bû.

Ji ber PDK’ê dixwest gazê bi but­çeyeke kêm bifroşe, mijara gazê ya Tirkiyeyê yekser Îranê jî eleqedar kir. Dewleta Îranê bi buhayekî kêm a firo­tina gazê wekî mudaxeleyekê dît û li dijî vê piştgirî da Bexdayê.

Bi van rûdanan diyar e ku li Iraqê krîza ku welat ber bi hilbijartinê ve bir, wê hîn mezintir û kûrtir bibe. Lê ne lihevkirinên hêzên siyasî, mûdaxele­yên derve di rewşa heyî de diyarker in.

Xanedaniya PDK’ê bi hevalbendiya rejîma Erdogan re ji sala 2014’an û vir ve bi xetên boriyên petrolê çavkani­yên herêma Kurdistanê difiroşe Tirki­yeyê. Li gorî daneyan rojane 150 hezar bermîl petrol dişîne platforma Ceyhanê ya li Tirkiyeyê. Di heman salê de Iraqê peymana ku di navbera PDK’ê û rejîma Erdogan de hatibû îmze­kirin bir Dadgeha Cezayê ya Navnete­weyî. Hewlêr û Enqere piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê niha jî ji bir­yara ku ji Dadgeha Cezayê ya Navne­teweyî ditirsin.

Dewleta tirk a ku bi riya PDK’ê bi hêsanî çavkaniyên Kurdistanê talan dike, niha jî bi tirsa darbeyeke hîn me­zintir, dixwaze biryara dadgeha navneteweyî derengî bixe. Dewleta tirk li dijî birya­reke negatîf di nava tirsekê de ye. Di­tirse ku îmaja wê ya di qada navneteweyî de lewaz bûye, bi vê bir­yarê re bi temamî têk biçe û krîza aborî ya li welêt kûrtir bibe.

Lewma em dikarin bibêjin hem­laya dewleta tirk a ku bi destê PDK’ê xwe li Iraqê pêş ve dibe têk çû û lê zivirî. Bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê derket holê ku bazirganiya enerjiyê ya rêvebiriya Hewlêrê û En­qereyê êdî îlegal e. Dewleta tirk a ku bi riya PDK’ê bi hêsanî çavkaniyên Kur­distanê talan dikir û dike, piştî vê biryarê ket nav liv û tevgerê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê