17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê serdana Nobeda Edaletê kir

Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê 73 roj li pey xwe hişt. Malbat dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Îro dayika Malîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T’yê girtiye Emîne Demîragaç, Hevjîna Ebedîn Abî yê ku li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê girtiye Zubeyde Abî û bavê Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtiye Kazim Tîmur nobed berdewam kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan û Sezaî Temellî, Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun û rêveberên HDP’ê serdana nobedê kirin.

Parlamenter Sezaî Temellî, di serdana nobedê de got: “Heke li welatekî mirov li ser wateya edaletê raweste, divê mirov di serî de girtîgehên wî welatî binêre. Li Tirkiyeyê îro bêadelatiyeke mezin heye. Ev tişt li girtîgehan xuya dike. Girtiyên siyasî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Çalakiya ku ji hêla dayikan ve hatî destpêkirin, ji bo parêzvanên mafên mirovan û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiye û Ewropayê re bangewaziyek e.”