5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat 100 roj in Nobeda Edaletê digirin

Malbatên girtiyên nexweş Nobeda Edaletê li Amed, Wan û Îzmirê berdewam dike. Li Amedê malbat 100 roj in nobeta edaletê digirin û dixwazin girtiyên nexweş serbest bêne berdan.

Nobeda Edaletê ya Amedê ku ji aliyê xizmên girtiyan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 100’î de berdewam dike. Malbatên girtiyan li ber deriyê Saziya Tibê ya Edlî (ATK)  kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên li Dergûşa Mezopotamyayê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan destûra sazî û partiyê nedan ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Reşahat Ada xwest daxwaza wan a berdana girtiyan pêk bê û wiha  got: “Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Bila tundiyê li ser me nedin meşandin. Ev kiryar îşkence ne. Em ji bo edalet û dadê li vir in.” Nazîme Bultan jî diyar kir ku Tirkiye qanûnên xwe jî pêk nîne û wiha got: “Heya ez heme ez ê li pey edaletê bim. Ev daxwaz û pêwîstiya me hemûyan e. Mixabin ji ber tunebûna vê peyvê em îro di lêgerînê de ne. Em ji bo daxuyaniyê hatin vir lê belê derdora bi sedan polîsan û maşîneyên zirxî dorpêç kirine. Partî û saziyên xwestin ji bo piştgiriyê beşdarî daxuyaniyê bibin jî hatin astengkirin. Ji van nêzîkatiyên wan jî armanc û rêbazên wan eşkere ne. Em bêedaletî û astengiya li hemberî xwe jî şermezar dikin.”

Malbatên girtiyan di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kirin ku ew ê sibehê di heman demjimêrê de li ber deriyê dadgeha Amedê kom bibin û nobeda xwe ya edaletê bidin dewamkirin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Heq, hiqûq, Edalet”  bi dawî bû.

Îzmîr

Li Îzmirê jî xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bi daxwaza ku girtî bên berdan li Baroya Îzmîrê “Nobeda Edaletê” di roja 9’an de berdewam kir. Di çalakiya nobedê de dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê di Girtîgeha Bandirma ya Balikesîrê de Hanîfe Gumuş, axivî. Hanîfe diyar kir ku dewlet çalakiya wan ji nedîtîve tê û ew ê bêhtir dengê xwe bilind bikin.  Em ji bo hemû kesên di girtîgehê de azadiyê dixwazin. Bila di serî de Aysel Tugluk hemû girtiyan berdin. Em nikarin pişta xwe bidin doza xwe, serokê xwe, gelê xwe û zarokên xwe. Em Dayikên Aştiyê ne û em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku tu kes bimire.”