18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameya 8’ê Adarê ya Rojava diyar bû

Platforma çalakiyên hevpar a tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 2 daxuyaniyan bernameya xwe ya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Jinan daxuyanî li Reqa û Qamişloyê dan. Li Qamişloyê li Navenda Mihemed Şêxo daxuyanî bi sê zimanan hat dayîn. Bi kurdî Rîhan Loqo, bi erebî Taz Başa û bi suryanî jî Ornîna Yusif daxuyanî dan. Jinan li Reqayê jî li Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef daxuyanî dan. Xûd El-El-Îsa daxuyanî da û wiha got: “Em bi dirûşma ‘Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin’ 8`ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên cîhanê, dîlgirtiyên di zindana de û li dayikên şehîdan pîroz dikin. Em şehîdên ji bo azadiya jinan canê feda kiriye, bi bîr anîn.

El Îsa wiha got:  “Hemû cîhan her sal Roja Jinan a Cîhanî,  ku dikeve 8 ê Adarê pîroz dikin, li ser helwest û hevgirtina xwe di tekoşîna jinan de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa tekezî dike û bi israr rola xwe ya girîng di avakirina civakê li ser bingeha wekhevî û edaletê dilîze.

Agirê têkoşînê tu carî venemirî û îsbata wê ya herî mezin jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ya ku ji aliyê jinan ve tê  birêvebirin û bi kerakterên xwe yên taybet tên naskirin. Di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwedî rolek pêșeng bû. Di tekoșîna xwe de bû mînak û çavkaniya afrîneriyê û heta niha jî jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi destxistin tekoșîna xwe bê westan didomîne.”

El Îsa, bal kişandin ser şehîdên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û wiha got: “Jin têkoşîna xwe ya bêwestan didomînin; ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya têkoşîna YPJ`ê û şehîdên azadiyê mîna Sosin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjiyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hoffman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seîda, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan pêk hat.”

El Îsa herî dawî têkildarî bernameya 8’ê Adarê wiha got: “Çalakiyên me ji 23`yê Sibatê heta 10’ê Adarê ne û wiha ne:

1- Dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8`ê Adarê li dar bikevin

2- Di 1’ê Adarê de serdana goristanên şehîdan û pêxistina mûman li ser gorên şehîdan û li ser navê platformê daxuyanî bê dayîn.

3- Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî semînerên taybet dê bên dayîn.

4- Dê bi rêya torên civakî panelên li ser asta herêmê û Rojhilata Navîn bên lidarxistin.

5- Di 10’ê Adarê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû tevger û rêxistinên jinan re şahiyek dê bê lidarxistin.

6- Tevger û rêxistinên jinan dê li gorî bernameya xwe çalakiyên cuda li dar bixin.”