6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ma ev çi edalet e?’

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo ku balê bikişînin ser calakiya xwe û zahmetiyên çûn û hatinê, di ketina bajêr de daxuyanî dan. Malbatê diyar kir ku dê di çend rojên diyar ên hefteyê de biçin ber deriyê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê û çalakiya xwe li wir bikin.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kiribûn. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 352 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di danê sibehê de li ser telefonê bi Fadil Şenyaşar re axivîn û piştre jî ji mala xwe ya li Pirsûsê ber bi Rihayê ve ketin rê.

Malbata Şenyaşar her roj Edliyeya 42 kîlometre ji Pirsûsê tên Rihayê û li pêş Edliyeya Rihayê çalakiyê pêk tînin. Malbatê li ber tabeleya ‘Rihayê” ya di ketina bajêr de daxuyanî dan. Emîne û Ferîd Şenyaşar wêneyên endamên malbatê yên hatine qetilkirin û pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar”. Di daxuyaniyê de jî dayika Emîne û kurê xwe dowîzên li ser edalet hatiye nivîsandin rakirin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a edaletê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê di bin navê “zilmê” de berdewam dike û wiha got: “Me xwest balê bikişînin rêya di navbera Pirsûs û Rihayê de ku em her roj lê tên û diçûn. Ev rê, 42 kîlomîtro ye. Li ser vê rêyê her roj qeza çêdibin. Lê me her tişt daye ber çavan û dê dev ji vê rêyê bernedin. Heta ku edalet tê Rihayê em ê her roj di vê rêyê de bên û biçin.”

Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û wiha got: “Ev nêzî saleke em li ber deriyê edliyeyê nobetê digirin. Heta ku zarokê min tê berdan jî dê ev nobeta me berdewam bike. Ev saleke em di rêya Pirsûs û Rihayê de tên û diçin. Kurê min dîl girtine. Bila kurê min berdin. Kesên ku komkujî kirin çima nayên girtin? Ma ev çi edalet e? Heke ez bimrim jî dê di vê rêyê de bimrim. Êdî bes e”

Piştî daxuyaniyê jî malbata Şenyaşar çû ber deriyê Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” berdewam kir.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal jî wêneyê xwe yê li ber tabelaya Rihayê kişandibûn parve kirin û wiha got: “Bila êdî rayedar dawiyekî li vê zilma bi destê darazê tê kirin bînin. Heke zilma heyî berdewam bike, ew pankarta di ketina Rihayê de jî dê her li wir bimîne. Bila ev jî şerma hemû rayedarên li Rihayê xwe li bêdengiyê danîn be.”