4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Rûsya û welatên Ewropayê 

Bi zêdebûna nakokiyên di navbera Rûsya û welatên Rojava de, buhayê gazê li Ewropayê zêde bû. Ev buhabûna gazê piştî biryara Almanyayê derkete holê ku dabû xuyakirin ew ê projeya Nord Stream 2 a xeta gazê ya Rûsyayê bide rawestandin. Piştî wê biryara Almanyayê, Amerîkayê jî dabû xuyakirin ku ew xeta gazê dê tucaran neyê xebitandin.

Her wiha piştî ku Rûsyayê ferman da leşkerên xwe ku bikevin 2 deverên cuda yên Ukraynayê, bihayê petrolê jî zêde bû .

Ji aliyekî din ve Amerîkayê hin ambargo danîn ser Rûsyayê û pê re metirsiya ku krîzeke mezin a gaza xwezayî li Ewropayê çêbibe li seranserê Ewropayê peyda bû. Ji bo Amerîkayê pêşî li van metirsiyan bigire dabû xuyakirin ku dê ambargoyên wê yên li dijî Rûsyayê bandorê li xeta gaza xwezayî ya Rûsyayê neke.

Hêjayî gotinê ye ku gelek welatên Ewropayê gaza xwezayî ji Rûsyayê dikirin û heke were birîn dê krîzeke mezin di warî de rû bide.