28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdolahizad: Divê ewil ziman di aliyê qanûnî de bê naskirin

Kurdî li Tirkiye û  Îranê wekî zimanê fermî nayê qebûlkirin. Di zagonên Îran, Tirkiye û Sûriyeye de cihê zimanê kurdî û zimanê kemaran tune ye. Pergala yek zimanî serdest e. Ji ber ku di zagonan de cihêzimanê kurdî tune, mafê perwerdehiya ziman jî nayê dayîn. Zimanzan û pisporên hiqûqê diyar dikin ku ji bo kurdî bê parastin û pêşxistin, divê berî her tiştî kurdî bi zagonan bê qebûlkirin, naskirin û rêzgirtin û bi ziman perwerde bê dayî.

Têkildarî rewşa ziman û mafê ziman ê hiqûqî Pisporê Hiqûqê Sabîr Abdolahîzad nirxandinên girîng kir. Abdolahîzad, destnîşan kir ku kurdî li çar parçeyan wekî zimanê kêmaran nayê dîtin û wiha got: “Mixabin li çar parçeyan ziman wekî zimanê kêmaran û kurd jî wekî kêmarên ziman nayên naskirin. Di vê kêliyê de dema mirov wekî kêmare neyên naskirin û dema mafê mirov û mafê ziman neyên parastin, wê demê ew ziman dê ber bi lawazbûnê ve biçe. Îca ev rewş bi taybet li rojhilatê Kurdistanê pir xerabtir e. Ji ber ku li rojhilatê Kurdistanê di nava mekaqanûna Komara Îslama Îranê de kêmarên hatine naskirin ji aliyê olî ve ye. Ji hela ziman ve kurd û hemû kêmarên din di nava Komara Îranê de wekî kêmar nayên dîtin. Lewra dema mirov di çarçoveya hiqûqê de niqaşa vê mijarê dike, kurd ji aliyê hiqûqê ve pir pir di rewşeke xirab de dijîn. Ji ber ku ew mafê di sêgoşeya mafên mirovan de disekinin yek jê mafê perwerehiya ziman e. Lê ji xeynî zimanê fermî yê Îranê ji bo tu zimanên din xebat û hewldana hiqûqî û zagonî nayê kirin. Ji xeynî zimanê fermî bi zimanê din perwerdehî nayê dayîn. Nebûna mafê perwerdehiyê yekem kujerê zimanê sereke ye.”

Pirsgirêk cihbicihkirina mafê kêmaran û ziman e  

Sabîr Abdolahîzad, li ser naskirin û pêkanîna mafê kêmaran û ziman jî rawestiya û ev agahî dan: “Rastiyek heye. Kêmdîtin û nedîtin ne ji aliyê dewletê ve ye. Kêmar (Kêmîne) heyîneke. Ji aliyê hiqûqê ve û ji aliyê dewletê ve bê naskirin an neyê naskirin ew cuda ye. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve naskirnek heye. Ji ber ku ev kêmîne nayê înkarkirin. Taybetmeniye wê heye. Lê pirsgirêka heyî cih bi cihkirina mafê kêmîneyan e. Bi taybet mafê zimanî ne. Mafê ziman ji aliyê dewletê ve nayê cih bicihkirin. Di nava belgeyên navneteweyî de jî pirsgirêka sereke ev e. Em qala UNESCO, daxuyanî û danezanên ku ji aliyê saziyên navdewleti ve hatine erekirin dikin. Lê mixabin, rastiyek heye, ew belgeyên navneteweyî ji bo dewletan derbasdar nîne. Dewlet wan belgeyan esas nagirin. Divê dewlet 3 erkên li ser xwe pêk bîne. Maf di belgenameyan de heye. Dewlet di îmzekirina belgeyan de bi dilê xwe ne. Dewlet naxwazin wan mafan pêk bînin. Dîsa hiqûqa navneteweyî jî bi tu awayî xwedî amûrek nîne ku zextan li ser dewletan çeke.”

‘Ziman nebe zimanê perwerdehiyê dê her roj bihile’

Abdolahizad, li ser helwesta parastina kurdan a ziman jî rawestiya û wihalê berdewam kir: “Eger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê dê ew ziman her roj ber bi lawazbûnê ve biçe. Mijar ne tenê mijara Bakur e. Li Rojhilatê jî li gel ku axafwerê ziman pir zêde ne, lê dema em berawird (Bînin ber hev) bikin, 10 sal berê li gorî îro, hejmara peyvên ku ji farîsî derbasî kurdî bûne, pir zedene. Ev wekî bişaftinek veşarî tê dîtin. Piştî çend salên din ger ku em li îro vegerin em ê di rewşek pir xerabtir de bijîn. Ji ber vê yekê eger ziman nebe mijara perwerdehiyê, ziman pêş nakeve. Mijara me girêdayî zimanê fermî ye. Em qala perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin. Eger zimanê ne  nebin zimanê perwerdehiyê, bêguman hewldanên me çiqas xurt bin jî, eger em bi rêya qanûnan nikaribin zimanê xwe biparêzin, em ê nikaribin pêşketinek berbiçav bi dest bixin. Belkî ev hewldanên heyî ji bo demek kurd me li ser piyan ragirin. Lê ji bo demek dirêj mixabin em ê nikaribin ji aliyê ziman ve zêde li ser piyan bisekinin.”

Ziman bi parastina amûran tê parastin

Abdolahîzad, li ser parastina ziman jî rawestiya û wiha got: “Ji bo parastina ziman divê em her amûrê li ber dest bikar binin. Di meseleya perwerdehiya ziman de ne girîng e ku asta wê çiye. Ya girîng ewe ku em li her amûrê ku ziman pêş dixe xwedî derkevin. Ji bo ku em bikaribin ziman bigînin qonaxekê û bigînin astekê divê em li amûran xwedî derkevin ku em karibin ziman biparêzin. Parastina zimanekî bi xwedîlêderketina axuverê wî zimanî pêkan e. Ku ne wisa be em nikarin bigînin zimanekî bi ewle.”

Talûkeya herî mezin nenaskirina ziman e

Abdolahîzad, li ser girîngiya hiqûqî û qanûnî rawestiya û wiha got: “Ji aliyê hiqûqê ve talûkeya herî mezin nasnekirin e. Ku zimanek bi qanûn û hiqûqê neyê parastin û nebe mijara qanûnan dê her tim darbeyê dixwe. Mînaka vê yekê mînaka Komara Îslamî a Îranê ye. Her çend Komara îslama Îranê bi awayekî sînor maf dide zimanê kurdî jî ji ber ku di qaqûnên din de cih nagire û nakeve pratîkê, rêz li mafê zimanî nayê girtin. Ji ber vê yekê çalakvanê mafê mirovan ên di parastina mafê zimanî de kar dikin, mamoste, nivîskar û helbestvan hemû di tengasiyê de ne. Hemû ji aliyê rejîmê ve tên sînordarkirin. Çalakiya wan kesan wekî çalakiya li dijî nasnameya neteweyi tênaskirin. Divê ji aliyê qanûnê ve astengî bê rakirin û ji aliyê hiqûqê ve naskirinek hebe. Divê div ê çarçoveyê de perwerdehiya ziman bê kirin û rêz li ziman be girtin.”

Abdolahîzad li ser rol û rista pêşengên civakê ji rawestiya û wiha got: “Lêxwedîderketin hem ji aliyê hikûmetê ve û hem jî ji hela ronakbirên vî gelî ve merc û şertên destpêkê ye. Ji bo ziman pêş bikeve divê di serî de li ziman xwedî derkevin. Lê dema mirov li ronakbiran dinere, dema mirov li çînekê dinere, divê mirov bipirse, gelo erka xwe ya ji bo ziman bi cih tîne ya na. Eger pirsgirêka qanûnê bê çareserkirin, wê demê xwedîderketin dê ji aliyê ronakbîr û civakê jî pêş bikeve. Dema bingehek qanûnî pêş bikeve de her kes li ziman xwedî derkeve.”

Abdolahizad, guhertina navê kolan, bajar û gundan jî wekî tepeserkirin pênase kir û wiha lê zêde kir: “Ji bo ziman û mafê ziman tepeser bikin her derfetî bikar tînin. Lê dema derfet dikeve destê kurdan, dîsa nav tên rastkirin û resenkirin. Lê dîsa jî, hîmê bingehin di aliyê hiqûqa navneteweyî de ev e; Dema ku zimanek ji aliyê serweran ve neyênaskirin û rêz li wîzimanî neyê girtin, dema ji aliyê serweran ve ew ziman neyê parastin û ji bo vê yekê gav neyê avêtin, ew ziman ji aliyê rayedarên herêmi ve dê her tim di bin zext û tundiyê de be. Ew tepeserkirin (binpêkirin) bingeha xwe ji nenaskirina qanûnî digire.”

Sabîr Abdolahîzad, herî dawî ji bo têkoşîna parastina ziman a aliyê hiqûqê ve jî nirxandin kir û got: Divê berî her tiştî mafê ziman bê famkirin. Di serî de dema em li civakê, li sazi û dezgehên kurdan ên çar parçeyan dinerin, hêj ne di ferqa mafêziman, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ne. Ev maf bi başî nayê naskirin û nehatiye famkirin. Divê di destpêkê de, di çarçoveya hiqûqî de hemû mafê ziman bên naskirin. Hem li gorî belgenameyên navneteweyî û hem jî çarçoveya hiqûqî de divê gav bên avêtin. Bi siloganan û bi niqaşên bê bingeh ên siyasî dê nikaribin ziman ji lawaziyê rizgar bikin. Mesele mesela bangkirinê nîne. Mesele meseleya xwedîderketina ziman e. Divê her kes li ziman xwedî derkeve. Divê her kes di çarçoveya malbatê û hiqûqî de li ziman xwedî derkeve. Divê ziman di hebûna xwe de giring bibîne.”