5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newêrin navê MED TV binivîsin

Rêxistina Çand, Zanyarî û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di sala 2000’î de ji bo ku balê bikişîne ser pirsgirêkên kêmneteweyan û zimanên wan ên ji holê radibin têxe bin parastinê, roja 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê îlan kir.

Li Tirkiyeyê jî ji ber ku zimanê kurdî ji aliyê dewletê ve tê astengkirin û perwerdehiya pê qedexe ye, li bakurê Kurdistanê, di vê rojê de çalakiyên ziman tên lidarxistin. Di van çalakiyan de sazî û dezgehên kurdan daxwazên xwe yên ji bo kurdî rêz dikin û ji bo rakirina astengiyên li pêşî û parastina zimanê kurdî bang li dewletê dikin.

Mixabin daxwazên kurdan ji aliyê dewletê ve tên paşguhkirin. Bi armanca ku destê xwe ji xebatên kurdî vekişînin û armanca dewletê ya pişaftina kurdî pêk bin her sal ji sazî û dezgehên kurdî re astengî tên derxistin. Mînaka herî dawî ya vê derbarê de jî di dawiya meha çileyê û serê meha sibatê de ji Rojnameya me Xwebûnê re astengî hat derxistin.

Rexmî vê rewşê jî tevahiya meha çileyê û serê meha sibatê hin sazî û dezgehên kurdan di bin navê “Dersên Bijarte yên Kurdî” de ji desthilata AKP’ê ku bi daraza tirk xwest weşana rojnameya me Xwebûn asteng bike re kampanyayeke “ziman” meşandin. Bila şaş neyê fêmkirin; bêguman mafê her kurdî ye ku ji bo zarokên xwe dersên bijarte yên kurdî hilbijêre.

Lê heke hin kes rabin li ser navê kurdan bi kesên ku zimanê kurdî li kurdan qedexe kirine re kampanya ziman bimeşînin, ew kampanya ne kampanya ziman e. Ew ê bibe kampanya siyasî ya sererastkirina îmaja desthilatdariya nav kurdan e.

Van kesan tenê neketin etriya sererastkirina îmaja desthilatdariyê ye. Di heman demê de kampanyaya reşkirinê ya hin sazî û dezgehên kurdan û HDP’ê jî meşandin. Lê rasterast nebe jî Serokwezîrê berê yê AKP’ê Bînalî Yildirim bersiv da van derdoran. Bînalî rûyê rast ê desthilatdariyê û dewletê careke din nişan da. Kesî jê re nekirina eyb wê bi mîqrefona ku dirêjî wî hat kirin bigirta û heta qeweta wî hebûna hilbavêtina.

Belim ev bersiva Yildirim ne bes be, de ka werin em tev bi hev re li rûreşiyeke din a van derdoran û nêzikbûna dewletê ya li hemberî kurdên azad binêrin. Beriya ku dest nivîsa xwe bikim li ser xebatên kurdî lêkolînek dikir. Di lêkolîna xwe de li gotara bi sernavê “Di Nûçegihaniya Kurdî De Pirsgirêkên Zimanî” ku di sala 2015’an de ji aliyê kesê bi navê Nevzat Emînoglû ve hatiye nivîsandin û di Kovara Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlikê de hatiye weşandin rast hatim.

Nevzat Emînoglû wê demê jî û niha jî Peywirdarê Hindekariyê yê Zanîngeha Mûş Alparslanê ye. Weke ku di ser nav de jî diyar e Emînoglû gotara xwe bi pirsgirêkên ziman ên çapemeniya kurd honandiye. Lê balkêş e rexmî ku ji salên 1990’î ve çapameniya azad bi kurdî weşanê dike jî Emînoglû di gotara xwe de cih nedaye çapameniya azad.

Tenê di cihekî de qala pirsgirêkên ziman ên MED TV’yê ku di sala 1995’an de li Ewropayê dest bi weşanê kiribû û piştre bi zextên Tirkiyeyê hatibû girtin kiriye. Lê Emînoglû di vir de jî navê MED TV’yê nedaye û gotiye “televîzyoneke taybet a li Ewropayê weşanê dikir.”

Di vir de du rewş hene; ya Emînoglû ji ber zexta dewletê ya li dijî xwe newiribûye di gotara xwe de navê MED TV’yê bide yan jî bi mudaxaleya edîtorî ya Kovara Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlikê navê MED TV’yê ji gotarê hatiye derxistin. Di her du rewşan de jî înkarkirina kurdî, sazî û dezgehên kurdî yên ne bi dilê dewletê heye.

Bi kurt û kurmancî bibêjim xwedî tu kurdî neke vê rewşê.

Kampanya ku hat meşandin jî herê navê wê “ziman” bû lê armanca wê ev rewşa ku min li jorê mînaka wê daye. Yanî xebata kurdî ya di bin kontrola dewletê de di esasê xwe de ne ji bo pêşxistin û geşkirina kurdî ye. Armanc avakirina kurdên li gorî xwe ye.

Ji ber vê heke kurd der barê ziman de kampanya bidin destpêkirin, divê destpêkê li dijî mêjiyê dewletê yê înkarê bidin destpêkirin û daxwaza xwe ya perwerdehiya zimanê zikmakî pê bidin qebûlkirin.

Heke ev nebe wê kurd weke Emînoglû û Kovara Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlikê her xebatên xwe bi tirs temam bikin!