14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja12’mîn a şerê li dijî Ukraynayê

Di roja 12’mîn a şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê de artêşa Rûsyayê dorpêça xwe ya li dijî paytext Kievê şidandiye û amadekariya destwerdana wê dike.

Di wê navberê de artêşa Rûsyayê diyar kir ku wan heta niha 2 hezar û 200 hedefên leşkerî tune kirine. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku li ser ajansa Interfax hatiye weşandin artêşa Rûsyayê dê îro agirbestê îlan bike û hin derbasekên mirovî ji sivîlan re vekin da ku ji bajarên dorpêçkirî ên Ukraynayê derkevin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li ser daxwaza serokê Fransayê Emmanuel Macron dê derbasekên mirovî ji bo bajarên Kiev, Somî, Xerkov û Maryobol werin vekirin. Lê li meydanê şer û pevçûn heta seata amadekirina vê nûçeyê berdewam dikirin.

Ji aliyekî din ve li gorî daxuyaniya berpirsekî wezareta Parastina ya Amerîkayê di van 12 rojên şer de Rûsyayê derdora 600 fûzeyan avêtiye Ukraynayê û heta niha artêşa Rûsyayê ji sedî 95 ji hêzên xwe yên êrîşê bikar aniye.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jî di êrîşên Rûsya yên li dijî Ukraynayê de heta niha 20 jê zarok 364 sivîl hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyan heta niha 1.5 milyon mirov koç kirine.