7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara Jîneolojiyê 7 salî ye

Jinên kurd bi tevgera azadiyê re xwe bi rêxistin kirin û li vîna xwe xwedî derketin. Bêtir ketin nava lêgerîn û lêpirsîna nasnameyek azad. Di vê pêvajoyê de di aliyê weşangerî, çapemenî, hunerî, çand, siyaset, rêveberî û gelek aliyên jiyanê gavên mezin avêtin. Di aliyê weşangeriyê de gelek kovar û pirtûk çap kirin. Gelek kovar derxistin. Dengê Jina Azad, Heviya Jinê û Jineolojî weşandin. Jin niha ji 3 mehan carekê kovara Jineolojî çap dikin.

Kovara Jîneolojiyê 7sal berê bi dirûşma ‘zanista li dora jinê pêş dikeve, gaveke rast a avêtiye civaknasiyê ye’ dest bi weşanê kir. Di 8’ê Adara 2016’an de Jîneolojî û krîza zanistên civakî girt dest û dest bi weşanê kir. Jîneolojî ku bi eleqeyek mezin tê şopandin mijarên hevjiyana azad, etîk estetîk, nêrîna li xwezaya jinê digire dest.

Endama Lijneya Weşana Jîneolojiyê Rojda Yildiz, ji hejmarên kovarê heta mijaran, heta diyarkirina mijaran, çawa bi her alî civakê re tên gel hev û der barê jinan de ji Ajansa JINNEWS’ê re axivî.

 Jîneolojî çiye?

Rojda Yildiz da zanîn ku zanîna jîneolojiyê, ji jiyana malê bigirin heta jiyana şexsî û heta polîtîkayên makro yên mezin, jiyanê bi rêxistin dike û mijara esas sazbûna zanîna hatiye avakirinê ye.  Yildiz, anî ziman ku îro ji pevçûnên di navbera çînan bigirin heta, pevçûna mêr -jin û qirkirina çandî û ekolojiyê zanist şaş tê şîrovekiri û wiha got: “Modernîteya Kapîtalîst ji bo xwe li ser piyan bigire û heyî bike vê pergalê ava dike. Bi salan rexneya vê hatiye kirin. Piştî avabûna netew-dewletan di pêvajoya 100-150 salî de der barê vê de li Ewropa û Emerîkayê û cihên cuda yên cîhanê nivîskar û lêkolîneran bi taybet nivîskarkên femînîst di sazbûna zanîna heyî de, bi rewşa têkoşînkirinekê re hatine rû hev.  Bêguman ev jî kirin.”

 ‘Li ser daxwaza çareseriyê derket holê’

Rojda Yildiz pirsa “Çima hewce bi jîneolojiyê hat ditîn” bersivand û wiha got: “Avabûnên zanînê di dawiya rojê yan jî di pêvajoyê de mijareke tê dîtinê ye. Ku mijar di nokteya tevlibûna pirsgrêkên civakî de ger rêbazên rast nemeşîne çareserî jî pêk nayê.  Ev jî bêguman pirsgirêka sereke ye. Di aliyê jîneolojîk de nîqaş û xebatên me hîna nû ne. Lê di vê pêvajoya ku pirsgirêkên heyî bûne wek krîz û weke pirsgirêk nayên çareserkirin nîşan dan, bêguman alternatîf gelek girîg in. Gotinek heye; Fîlozofan heta niha tenê cîhan şîrove kirin lê neguhertin. Mijara nirxandina cîhanê ji ber terkî merciyên polîtîk hatine kirin zanîn jî naguhere û polîtîka jî naguhere. Divê hem ji alî fikrî hem jî ji alî pratîkî de ev bikeve jiyanê û der barê vê de hewldanên me hene. Di vî alî de bi derketina jîneolojiyê re daxwaza tevlibûna pêvajoya çareseriya pirsgirêkan derket holê.”

Yildiz da zanîn ku tişta ew dikin ne avêtina holê ya fikrekê ye, nîqaşkirina kûraman nîne û wiha berdewam kir: “Ya esas ev e ku bikevin pey pirsa ku divê em çawa biguherînin. Yanî di esasê de em hewl didin dest bidin jiyana jinan. Ewil der barê jiyana xwe de piştre jî der barê pirsgirêkan de alternatîfên me çine, em dikarin çawa biguherin. Em dikevin pey vê.”

 ‘Li ser tiştên hatine jiyîn mijar tên destgirtin’

Yildiz bi lêv kir ku hejmara yekem a Kovara Jîneolojiyê ‘krîza zanista civakî’ bûye û wiha lê zêde kir: “Em niha 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Wê dosya me ya ‘ dosya zayendî ya ji pîroziyê heta îdeolojiya desthilatdariyê’ derkeve. Em dikevin sala xwe ya 7’an. Wê hejmara me ya 25’an derkeve.  Ji aboriyê bigirin heta perwerde, ekolojî, demografî, jiyana wekhev û çi zanînên çêker hebin me girtin dest. Di vir de ya de ya esas ev e, hewcedariya civakê jinan û jiyanê çiye? Her cara me mijara dosya xwe ava dikin em li ser mijarên şênber ên hatine jiyîn sekinîn.”

Yildiz têkildarî hejmara nû jî agahî dan û wiha dirêj kir: “Dosya me ya nû dosya zayendê ye. Her çiqas wek qadek mahremê bê dîtin jî jinên lêkolîner daneyên kom kirin danîn holê. Dema mirov li daneyan dinêrin tê dîtin ku faşîzm çawa dikeve navbera du kesan û vê jiyana taybet ya navbera wan de  çawa li civakê belav dikin. Her wiha tê dîtin ku ev mijarên wek mahrem tên kodkirin, çawa bi krîzek mezin bi politîkayên zayendî ji aliyê desthilatdariyê ve tên guhertin.  Ji bo jiyaneke xweştir mirov dikarin sazbûna zanînê ji nû ve ava bikin. Em di vê mijarê de nîqaşên xwe dimeşînin.”

 Girseyek berfireh ava bû

Rojda  Yildiz diyar kir ku jineolojî her diçe zêdetir tê xwendin û got: “Ji jinên taxê bigirin heta xwendekarên zanîngehê, ji akademîsyenan bigirin heta siyasetmedaran girseyek berfireh ava bûye. Dem bi dem girseya xwendevanên xwe bi xebatên cuda tînin gel hev.

 Em ê 7’emîn sala xwe pîroz bikin

Rojda Yildiz herî dawî destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku şîdeta li ser jinê zêde bûye de, zayendperestî derketiye asta herî jor, krîzên civakî li her qadê bi bandor bûne, wê ji nû ve di 8’ê Adarê de 7’emîn salvgera xwe pîroz bikin û wiha got: “Em ê bi hemû jinên cîhanê re ji nû ve biqîrin ku dema azadiya jinê hatiye. Di pêvajoyek wisa de em bang li hemû jinan dikin ku zêdetir xwedî li Jineolojiyê derkevin û bixwînin. Em bang li hemûyan dikin ku em bi hev re hilberînin, bi hev re bijîn.”

http://www.jinnews39.xyz/kr/HEMU-NUCE/content/view/183743