30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8’ê Adarê Newroza jinên cîhanê

Pêşketinên dîrokî yên tekoşînên jinên -bi giranî yên rojavayî- bi pêlan tên şîrovekirin. Pêlên yekemîn, duyemîn, seyemîn û heta di roja îroyîn de behsa pêla çaremîn jî tê kirin. Di van pêvajoyan de roja 8’ê Adarê mîladeke sereke ye. Ya rast ji mîladekê zêdetir semboleke sereke ye.

Lewre jin beriya 8’ê Adarê jî ji bo mafên xwe têdikoşiyan. Û ne tenê li welatên rojavayî, li her deverê cîhanê, li her deverê ku lê neheqî û newekhevî hikûm dikir û dike, jin li dijî bindestiyê, ji bo jiyaneke azad û wekhev tekoşînê dane, didin û dê bidin. Lê 8’ê Adarê hem ji ber mînaka xwe ya trajîk û hem jî ji ber bandora serdema endustriyalîzmê li ser dîroknivisiyê, ku dîroknivîsiya modern ji xwe dide destpêkirin, derketiye pêş. Lewre em dîsa li rojavayê cîhanê bi xwe binerin, bi qasî ji dîroka nivîskî jî em dizanin jin ji dema Antîkê vir de, ji serdema navîn bigre, -bere bere bi awayekî hîn xuyatir- heta serdema nû û heta roja me ya îro li hemberî zilmê li ber xwe dane, serî rakirine, beramberî vê bedel dane û hatine qirkirin.

Di mijara dîroka tekoşîna jinan bi pêlan bilêvkirinê de pirsgirêk an jî rexneya herî navendî di şîrovekirina pêlan de tekoşînên jinên cihana bakur esasgirtin e. Dîsa dîrok ji rojava destpê dike û bi rojava diherike. Tekoşîn û tevgerên jinan ên li deverên din ên cîhanê di vê dîroka bi pêlan de tenê di keviyê de tên xuyakirin. Heta ev pêl bi giştî dîroka tekoşîna jinên spî, yên ji çîna navîn esas digirin. Ji vê perspektîfê ne hemû jinên rojavayî jî tê de xuya ne.
Ji hêlekê de ji bo ku bûyerên dîrokî girêdayî têkiliyên xwe yên bi hev re werin destgirtin û şîrovekirin fenomenên wekî ‘pêl û dem û dewran’ alîkariya têgihiştineke hêsan dikin. Ji hêla din demên dîrokî li gorî nifşan û taybetiyên demî ji hev qetandin mantiqeke di cîh de ye. A din “pêl” wek peyveke dînamîk û bi herikîn, têkiliya girêdayî hevdû derdixîne pêş. Lewma em dibînin li hin deverên din ên cîhanê jî jin û femînîst dîroka têkoşînên xwe wek jinên rojavayî bi fenomena bi pêlan pênase dikin û xwe dispêrin mînakên rojavayî.

Em dîsa werin ser mînaka 8’ê Adarê û wateya wê ya ji bo têkoşînên jinan; em dibînin ku ji sala 8’ê Adara 1857’an heta 8’ê Adara 1911’an ku ji hêla Clara Zetkin ve ‘ji bo bîranîna karkerên jin’ ên di fabrikaya tekstîlê de jiyana xwe ji dest dane, wek roja bibîranînê tê pêşniyarkirin, 54 sal derbas dibin. Heta ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek Roja Navneteweyî ya Jinan tê naskirin, 118 sal derbas dibin. Bûyereke girêdayî tekoşîna jinan û encamên wê yên dîrokî nîv serdem şûn de dikeve bîr û rojeva rojava, û ew jî dîsa bi saya jinên sosyalîst û komunîst. Rojavayê ku ji bo li dîroka xwe ya 8’ê Adarê xwedî derbikeve hewceyê herî kêm 50’î salan bûye, bêguman dê ji dîroka ne li ser axa xwe qewimiye re bi her awayî çav girtî be.

Lewma jî di cîh de ye, ger mirov bi guman nêzî şîrovekirina dîroka têkoşîna jinan a li ser esasa “pêl”an nêzîk bibe. Gelo ev pêl kîjan êşê, kîjan têkoşînê, kîjan berxwedanê û kîjan raperînê binxêz dikin, derdixînin pêş? Bindestî û serkeftinên kê tên dîtin û yên kê nayên dîtîn? Kî xwedî mafê dîtinê/gotinê ye û kî na?

Tev li van pirsên di cih de dîsa jî li seranserê cîhanê çi bakur û çi başûr hemî tevger û têkoşînên jin û femînîst xwedî li 8’ê Adarê derdikevin. 8’ê Adarê di bîranîna kolektîf a jinan de bi berxwederiya xwe cih girtiye. Lewre berxwedan û raperîn, li ku qewimibîn bila biqewimin, hemû têkoşînan digihînin hevudû; li hêla din şîrovekirina bi alîkariya bi pêlan tenê bûyerên li aliyekî qewimîne û bi aliyekî ve diherikin, pênase dikin. Ev yek têkoşînên li aliyên din nagire nava xwe, an jî wekî xaleke kêlekî û talî digire dest.

Ji ber vê yekê pêwîst e ku tevgerên jin ên ne-rojavayî dîroka xwe ne bi pêlan lê bi raperînan pênase bikin. Pirsên ‘çi bûye sedem, çi qewimiye’ û ‘li ku qewimiye’ pirsên gerdûnî ne; ne tenê girêdayî cîhana bakur in. Û bersîvên ji bo cîhana bakur tên dayîn nikarin bibin bersîva cîhana başûr. Heman pirs bi heman awayî divê ji bo deverên din jî bên pirsîn. Û ger di navbera bûyer û raperînan de têkiliyeke karibe bê avakirin, wê demê mirov dikare qala helwesteke gerdûnî bike.

Roja 8’ê Adarê li ser vê esasê Newroza jinên cîhanê ye. Berxwedan û têkoşîna jinên karker ên tekstîlê ev nêzî du serdem in, li seranserê cîhanê têkoşînên jinan di vê rojê de digihîne hevdû. Ev roj hem wek sembola raperînên berî xwe û hem jî yên piştî xwe ji bo jinan bûye çavkanî û hêviya roja nû, roja azad.

Roja 8’ê Adarê li hemû jinên hêviyê dihûnin û mezin dikin pîroz be.