6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sekna jinên rojhilatî û 8’ê Adarê

Yezda Hawîn

Em bi geşedanên civakî û qirkirina jinan re 8’ê Adara 2022’yan pêşwazî dikin. Bi giştî di civaka Îranê û rojhilatê Kurdistanê de hem zêdebûna nifûsa jinan û hem jî diyardeya xwedan û xwezaya hebûna jinan ya civakî ji bo rejîma Îranê sedema metirsiyeke mezin e. Ev hêz di tevahî pêvajoya sala 2021’ê di pêşengiya mamosteyên jin û beşên civakî de di xwepêşandanan de xwe da der. Lê hê li beramberî siyaseta zayendîperest, qirker û biçûkxistina nasnameya jinan pêwîstî bi rêxistin û yekitiyeke xurtir heye. Ev xwestek di dilê tevahî jinan de veguheriye volqaneke enerjiyê ya li ber teqandinê. Ev pêvajoya ku xwepêşandanê di zivistanê de bidestxistiye wê di sala 2022’yan de bi hêvî û bendewariyên azadiyê bikin bingeha serkeftinê.

Boneya wê fikar û metirsiyê rejîma Îranê bi teybetî bi hatina Îbrahîm Reîsî re rastiya mantixê fikirandina zihniyeta zilamê desthilatdar ji bo pêşiya vê volqanê bigre li dijî xwedan û xwezaya hêza hebûna jinan bi rêya şûrê qanûn û zagonê dewletê her roj bi ser jinan de dihejîne. Bi siyaset û nêzîkatiya Îbrahîm Reîsî ya nijadperest û zayendîperest hê kûr û pergalî teyisiye zilamê dewletbiçûk. Ev jî bûye sedem ku êrîşên zilaman kûr û dorfireh bibe. Wekî nimûne; zilamekî li Ahwazê bi alikariya birayê xwe serê hevjîna xwe jê dike û li kuçe û kolanên Îranê digerîne da ku dilê xwe rihet bike û xwe weke zilamekî namûsparêz bide nîşandan. Lê tişta balkêş şêniyên wê tax û kolanê bêyî ku bertek û nerazîbûn nîşan bidin temaşe dikirin. Pêkan e ku ew jî xwedî fikir û ferasetek wiha bin, “jina wî ye, namûsa wî ye, heq kiriye”. Nêzîkatiyeke bi vî awayî bêbertek û nerazîbûn nîşan nedan, dide xuyakirin ku hest û wijdana li dijî tundî û bêheqiya li beramberî jina tevizandiye. Ji ber ku rejîma Îranê zihniyet û feraseta xwe yî dijminatiya jinan heta astekê di civakê de jî daye pejirandin. Baş e, di sala 2022’yan de ev zilam vê curetê ji ku derê digire? An jî vê zihniyetê ji kê digire?

Seyre, bêyî ku hesabê dewletê bike, bêtirs, hem jî bi serbilindayî pos dide kamerevanan. Ev gumanan di mirov de dide avakirin ku mirov dikare bibêje zihniyeta Engîsazyona Romayê rabûne? Ew pêvajo wekî dema reş, paşketî, hov, sosret mirovkuj û her wiha tê pênasekirin. Kî di wê demê de ji bo mirovkuştinê qadên Arena didin avakirin. Lê di roja me ya îro de her mal bûye qadên Arena û tundtûjî, lêdan,kuştin normal tê dîtin. Çawa be mal mala dewletoka biçûk e û jin jina dewletoka biçûk e. Navenda wê jî dewleta mezin bi xwe ye. Ji ber rayedarên rejîma Îranê baş dizanin ku jiyana bi jinan re hîmê civaka li dijî dewletê ye.
Wekî tê zanîn wateya 8’ê Adarê jî berhema zilm û zordariya zihniyeta zilamê dewleta mezin e. Em weke jin roja 8’ê Adarê li dijî vê paşverûtî, zayendîperestî, tundî û tepisandina jinan rabin ser xwe. Em ê bibêjin; “Em yek in hemû jin in”, li tax û kolanan bi tevgerên jinan re hevbeş rêzeplansaziya çalakiya derînin. Gava hêza jinan bû yek û yekitiyek ava kir wê tu kes nikaribe hêza jinan bi tepisîne. Wekî jinên li Amerîkayê bajarê New Yorkê ku di tekstîlê de karkerî dikirin ji bo daxwaza heqê destên xwe bistînin çalakî dikirin, lê şûna bedêla heqê wan bidin, wan tevan bi şêwazê tundtûjî dişewitînin. Ev bûyer ji bo hemû jinan peymaneke, bangawaziyeke. Eger em 8’ê Adarê nekin sedema tekoşîna azadiyê wê heman xetere li ser stûyê hemû jinan rawest e. Ev bûyer ruhê lêgerîna têkoşîna rengê azadiya jinê ferz dike.

Îro ev pêvajoya ku em tê de dijîn heman tişt e, ne tenê keda destê me ruh û bedena me jî tê tepisandin, perçiqandin, dejenerekirin, fihûşdanakirin û kesayeteke ji manewiyetê dûr dane avakirin. Dijmin di cehwer de qirkirina jinan û jiyanê dixwaze pêk bîne. Ev tev ji bo jin zane nebe, xwe birêxistin neke, doza mafê xwe neke, lêgerîna azadiyê pêre bi pêş nekeve, yekitiyek di navbeyna xwe de ava neke û pêre nebe hevparê rayeyê, desteser dike. Lê tiştek tê jibîrkirin ku mejî û ruhê jinan weke çerxa ku destara genim bihêre sed sala 21’emîn diguherîne.

Di vê çarçoveyê de, her çiqas di çûna pergala desthilatdariyê de paşketin, paşverû, şer, alozî û di qeyranê dexitimandinek hebe jî, lê di bereya jinan de berovajiyê wê; jin hêj zêde bi hêz, gur, zane, bi xwe bawer e û di encama wê de hefsarê tevna jiyana azad xistiye destê xwe û xwediyê enerjiyeke balkêş e. Di aliyekî de civaka ehlaqî û polîtîk diparêze û di aliyê din de li dijî her cure paşverûtî, nijadperestî û zayendîperestiya zilamê desthilatdar têdikoşe. Hêza jinên azad, vîna jinan a têkoşer, lêgerîna jinên zana, têkoşîna jinên serbilind roj bi roj û kêlî bi kêlî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çarenûsa xwe vediguherîne. Jixwe bi gelemperî em weke jinên Îran û rojhilatê Kurdistanê di pêvajoyeke dirêj bi ruhê 8’ê Adarê di nava liv û tevgereke berxwedanê de bûn. Em li ser vî esasî 8’ê Adarê di şexsê Şîrîn Elemhulî û berxwedana Zeynep Celaliyan de bi hêvî û bendewariyeke mezin bi deng û rengê xwe li kolanan pîroz bikin. Ji niha de 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be û bibe wesîleya rojên aştî û azadiya gelan.